ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 4 Tebax 2025
  • Rojev
 
* Esra Ozur ku li baxçeyê xwe her cureyê sebze û fêkî diçîne, berhemên organîk pêşkêşîgel dike û got: “Min nexweşiya xwe bi axê baş kir. Ax şifa ye. Dema bi axê re têm gel hev kêfxweş dibim.” DÎMEN HEYE
 
* Dosya Dîlara Dunana ku li Xarpêtê ji aliyê Volkan Kaplan ve hat qetilkirin de kêmasî hene. Di dosyayê de tevî çar gumanbar hene tenê kesek giritye û îdianame jî 10 meh şûnde hat amadekirin.
 
*Dayika Bager Gever ê li herêma Zapê di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû, Perîhan Dara wiha got: “PKK’ê dest ji çekan berda. Divê dewlet jî gavên şênber bavêje. Em dixwazin serokê xwe li meclîsê bibînin.” DÎMEN HEYE
 
*Saziyên Elewî der barê pêvajoyê de nirxandin kirin û gotin divê komar demokratîk bibe û wiha got: “Em bawer dikin ku wê jin pêşengiya avakirin pêvajoya nû bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Bertekên li dijî xebatên Kana madenê ya li gundê Mîzak didomin. Jinan bertek nîşan dan û gotin: “Em dibêjin hûnê ji vir biçin wekî din rê nîne. Hewcedariya me bi tu tiştekî ku ji wan bê tune ye.” DÎMEN HEYE
 
*“Seat  10’ê şevê bû û dengek hat, qelebalixî çêbû, herkes rabû ser xwe. Bavê min got çi bû yekî got DAIŞ gihiştiye vir. Em rabûn ser xwe û me dest bi meşê kir. Em hinek çûn lê di wê kêliyê de yek hat pêşiya me sekinî, jinek bû û çeka wê hebû. Me got gelo ev kî ye û çi ye, piştre gotin ev heval e. Ew jina xwedî çek û rext ji me re got tiştek nîn e bimeşin, rê nîşanî me da.” Ev gotin gotinên Çaklîn Xelef a ku di dema fermanê de di 8 salî bûye ne.  DÎMEN HEYE 
 
*“Seat  10’ê şevê bû û dengek hat, qelebalixî çêbû, herkes rabû ser xwe. Bavê min got çi bû yekî got DAIŞ gihiştiye vir. Em rabûn ser xwe û me dest bi meşê kir. Em hinek çûn lê di wê kêliyê de yek hat pêşiya me sekinî, jinek bû û çeka wê hebû. Me got gelo ev kî ye û çi ye, piştre gotin ev heval e. Ew jina xwedî çek û rext ji me re got tiştek nîn e bimeşin, rê nîşanî me da.” Ev gotin gotinên Berfîn Xelef a ku di dema fermanê de di 8 salî bûye.  DÎMEN HEYE