
Kesê ku Hêlîn Eren kuşt hat girtin
- 10:18 26 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Kiryar Siyabend Şeker ê li navçeya Sûrê Hêlîn Eren qetil kir, hat girtin.
Kiryar Siyabend Şeker ê ku di 24'ê Tîrmehê de li navçeya Sûr a Amedê Hêlîn Eren qetil kir, hat girtin. Kiryar Siyabend Şeker ê ku Hêlîn Eren qetil kir û reviya, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Siyabend Şeker ku îfadeyên wî yên li midûriyeta polîsan temam bûn sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Siyabend Şeker sewqî dadgeriya ceza ya sulhê hat kirin. Siyabend Şeker, bi sûcê "kuştina biqesdî" hat girtin.
Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.