
TAJÊ cangoriyên fermanê li cihê hatin qetilkirin, bi bîr anî
- 14:01 25 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ li gundê Qinê yê li başûrê çiyayê Şengalê, şehîdên fermanê bi bîr anî.
Bi peşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ji bo cangoriyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li Gundê Qinê ku dikeve başurê çiyayê Şengalê li cihê ku hatibûn qetilkirin kirin, li ser gora komî hatin bîranîn. Di bîranînê de Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen axivî.
Riham Hesen di axaftina xwe da cangoriyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bibiranî, ji fermanên hatine ser civaka Êzîdî minakên lehengiya jinên Êzîdî da û wiha got: “Em niha li gundê Qinêne, ser gora komî amedene. Li Şengal bi sedan gorê komî hene. Her devera Şengalê şahidiya fermana hovane kiriye û gorên komî li gelek cihan hene. Em li cihê ku xwîna congoriyên Êzîdiyan hatiye rijandinin. Em hemû xwedawendên jinên Êzîdî Dayê Gulê, Ş. Cilan û Dayê Erzan bibîrtînin. Em di 11’emîn salvegara fermanê de hemû cangoriyên di gorên komî de bibirtinin û dibêjin ewê tu caran tola wan, li erdê nemîne. Bîranînên wan dê têkoşîna me hîn bi hêztir û mezin bike. Emê tucarî fermana 2014’an ji bîr nekin û nehêlin bê ji bîr kirin.”
Riham Hesen bal kişand li ser berxwedaniya civaka Êzîdî ya di dîrokê de û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Kesên di demê fermanê de destê wan ketiye xwîna Êzîdiya emê ji wan hesab bipirsin. Civaka Êzîdî ne tenê qurbaniya dide. Civaka Êzîdî, civakekî berxwedêre ji 73. fermanan re serî ne tewand, ji bo fermana 74’an ji ewê serî ne tewîne hesab bipirse. Ez bang li hemû Êzîdiya dikim û dibêjim em ji hemû deman zêdetir bi hêvîne, ji hemû deman zêdetir bawerî û hêza me heye. Em ji hemû deman zêdetir bi hêzin. Gerek em li Şengalê xweseriya xwe ava bikin. Bi nasnameya xwe ya azad li Şengalê jiyan bikin. Îro ji bo dijminên me bersiva me, ‘emê li ser axa xwe azad jiyan bikin’ e. Em Êzîdî, emê civaka xwe, bi xwe rêva bibin.”
Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen qala jenosîda Êzîdiyan ku di asta cîhanê de hinek welatan qebulkiriye lê dewleta Iraqê qebul nekiriye, wiha anî ziman: “Tu caran emê nehêlin dewleta Iraq û Netewen Yekbûyî (NY) me rêva bibin. Ji ber heta niha dewleta Iraqê jenosîda li ser Êzîdiya qebul nekiriye. Heman demê de li beramberî ev gorên komî çavên xwe girtiye. Jenosîda Êzîdiya ruxmê 14 dewleta qebul kiriye. Lê dewlata ku em tê de jiyan dikin jenosîd qebul nekiriye. Em ji dewleta Iraqê re dibêjin dibe ku hûn jenosîd qebul nekin, lê bizanibin Çiyayê Şengalê şahîdê jenosîdê ye.”
Piştî axaftinê, merasîma bîranînê bi danîna destegulan bi dawî bû.