
Tacîzên di Dîgel Tekstîlê de hatine jiyîn wê bibin rapor
- 09:06 25 Tîrmeh 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Yek ji berxwedêra Dîgel Tekstîlê, Buşra Gungor da zanîn ku divê li kargeriyan jin xwe rêxistin bikin, bibin sendîka û got: “Jinên ducanî bi zor tên xebitandin û destdirêjî li wan tê kirin. Em ê der barê van pêkanînan de raporê amade bikin û aşkera bikin.”
Karkerên Tekstîla Dîgel a fîrmaya Alman e û li herêma Serbest a Egeyê ya Gazîemîr a Îzmîrê ji ber bûn sendîka ji kar hatin avêtin. Berxwedana karkeran 6 meh in didome. Ji sedî 85’ê karkerên tekstîlê jin in. Piranî jê jin 15 karker bi kod 49 ji kar hatin avêtin. Karker ji meha çile de ye li ber xwe didin. Lê 12’ê hezîranê de 8 karkerên din jî ji kar hatin avêtin. Almanya tevî karkerên bi sendîka dixebitîne, ji ber li Tirkiyeyê hêza kar erzan e û bê sendîka karkeran dixebitîne li Tirkiyeyê fabrîqe vekir.
Yek ji pêşengên vê berxwedanê Buşra Gungor da zanîn ku li şûna gumanbarên destdirêjiyê bi kod 44 ji kar bên dûrxistin bi awayekî dijhiqûqî ew bi Kod 49 ji kar hatine derxistin. Buşra Gungor da zanîn ku wê der barê mobîng û destdirêjiyê de dosyayê amade bikin û biweşînin. Buşra Gungor bang li hemû jinan kir ku hêza xwe ferq bikin û bibin sendîkayî.
‘Şertên xerab yên kar û heqdestê kêm’
Buşra Gungor da zanîn ku bi heqdestê kêm dixebitin, ji sedî 30 zem xwestine lê nehatiye qebûlkirin û got: “Şertên me nehatin başkirin. Ji ber vê em çûn sendîkayîbûnê. Em bi zext û mobîngê re hatin rû hev. Karê min dixwest baldarî dixwest. Lê ji ber zextên li ser min destê min dilerizîn. Min got ez biçim beşek din lê ev daxwaza min jî nehat cih. Em bi hejmar dixebitîn. Me rojê 900 parçe derdixist. Me ji tuwalet û molayan dibirî. Ji 420 karkerî ji sedî 85 jin bûn. Bi giştî 8 tuwalet hebûn. Rojê du caran paqij dikirin. Klozet piranî şikestî bûn. Piştî pandemiyê xwarin xera bûn. Cihê em lê dixebitin toz e. Divê em her roj dew bixwin. Lê du sê rojan carê derdiket.”
‘Girtek negirtin ji kar derxistin’
Buşra Gungor destnîşan kir ku bêyî girtek bê girtin bêyî hişyarî bê kirin, kod 49 kirine hincet û ji kar hatine derxistin û wiha domand: “Ji bo jiyanek mirovane ez ketim vê rê. Min sendîka ji hevalên xwe bihîst û ez bûm endam. Raye dan min. Şîrketê li dijî vê doz vekir. Em li bende encamê ne. Heta mafên me bên dayîn em li vir in. Divê jin hêza xwe bibînin û bibin sendîkayî. Li fabrîqeyan jin wek hêza kar a erzan tên dîtin û tên xebitandin. Jin tên çewisandin û mobîng tê kirin. Jinên ducanî bi zor tên xebitandin û destdirêjî li wan tê kirin. Em ê der barê van pêkanînan de raporê amade bikin û aşkera bikin. Em jin ne mecburên şertên xerab û nebaş in. Divê herî zêde jin xwe rêxistin bikin.”