Di Mihrîcana Munzûrê de panel û meş
- 21:40 24 Tîrmeh 2025
- Çand û Huner
DÊRSÎM - Li Dersimê 23’yemîn Mihrîcana Çandê ya Munzûrê, bi panela ciwanan û bi meşa li dijî desteserkirina îradeyê dewam kir. Ciwanan li dijî xizanî, asîmîlasyon û polîtîkayên hişbirê banga têkoşîna yekbûyî kirin.
23’yemîn Mihrîcana Çandê ya Munzûrê ku li Dersimê îsal bi şîara ‘’Dersim jiyan e; dest bi xweza, îrade, ziman û baweriya min nede’’ tê lidarxistin, bi panela ku pêşeroja ciwanan û zemîna têkoşînê digire dest, dewam kir.
Li Kolana Hunerê panela bi sernavê “Ciwan pêşeroj, pirsgirêk û pêşniyarên xwe yên çareseriyê nîqaş dike” hate lidarxistin. Tevî gelek ciwan û gel, Parlamentera DEM Partî ya Dersimê Ayten Kordu, nûnerên partiyên siyasî û sivîl tevlî panelê bûn.
Dogancan Saritaş û Ertan Çita moderatoriya panelê kirin. Ciwanên ku di panelê de mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser bêkarî û bêewlehiya ku polîtîkayên dewletê yên aboriyê diafirîne.
Axaftvanan îşaret bi zextên ku li zanîngeh, kargeh û kolanan rû bi rû dîmînin kriin û destnîşankirin ku çareserî têkoşîna birêxistinkirî ye.
Di panelê de yek ji mijarên ku pir hate ser ziman polîtîkayên hişbir û çetebûn bû. Beşdaran diyar kirin ku dewlet ji bo asîmîlekirin û bêrêxistinkirina ciwanan çete û hişbirê bi zanebûn bi kar tîne û destnîşankirin ku ev xeterî bi taybet li Stenbolê û erdnîgariya Kurdistanê zêde ye.
Ciwanan bang li malbatan jî kirin û wiha gotin: “Zarokên xwe ji têkoşîna şoreşgerî dûr nekin, radestî çeteyan nekin.”
Piştî panelê ji Kolana Hunerê heta Parka Mamekî li dijî desteserkirina îradeyê meş hate lidarxistin.
Hevşaredarên Dersimê Birsen Orhan û Cevdet Konak ên erka wan hate desteserkirin, Parlementer Ayten Kordu, çalakvana TJA’yê Ayla Akat Ata û gelek kes tevlî meşê bûn.
Girseya ku pankarta “Em xwedî li ked, kar û pêşeroja xwe derdikevin” hilgirtin û di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Qeyûm ji Dersimê bicehime”, “Jin, jiyan, azadî!” hatin berkzirin.
Karkerên şaredariyê diyar kirin ku ji aliyê qeyûmê ve ji kar hatine derxistin û rojên zehmet dijîn û xwestin dawî li pêkanînên qeyûmê bên anîn.
Girse piştî meşê li Parka Mameki li hev civiyan. Mihrîcan piştî van bernameyan bi konserê bi dawî bibe.