Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

  • 11:03 8 Tîrmeh 2025
  • Rojane
ENQERE - Gelek jinên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo “Meşa Aştiyê” li Enqereyê hatin gel hev. Polîs hewl didin meşa jinan asteng bikin. 
 
Gelek jinên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengtiya “Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” li Enqereyê bi daxwaza “aştiyê” hatin gel hev. Jinên ku li Guvenparkê kom bûn, xwestin ber bi Meclisê ve bimeşin. Lêbelê polîsan nehiştin jinên bi otobusan hatin parkê paya bibin. Polîsên ku otobûsên jinan dan sekinandin, gefa “Em ê otobûsên we girê bidin” xwarin. 
 
Piştî vê gefê, hinek ajokran hewl dan wesayîtên xwe paşve bikişînin. Dema jin ji otobûsan paya bûn û xwestin dest bi meşê bikin, îcar jî ajokran ji ber zexta polîsan derî venekirin û nehiştin jin ji otobûsan paya bibin. Jinan bertek nîşanî astengkirinê dan û li ser vê yekê otobûs birin deriyê Çankayayê yê Meclisê. 
 
Komeke jinan ên li vir hatin payakirin, tevî astengkirinan jî ber bi Meclisê ve meş da destpêkirin.