
ROJEVA 03'YÊ HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 3 Hezîran 2025
- Rojev
* Mijara Teoriya Qutbûnê piştî ku ket rojeva jinan nîqaşên berfireh hatin kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mijarê wiha got: “Çima hinek kes dibêjin evqas qutbûn heye? Bi rastî ev veqetîn qutbûnek ji nejiyanê ye, qutbûna ji xerabiyê ye. Ev qutbûn, qutbûnek ji bêbandoriyê ye, qutbûna ji xeniqandina jiyanê ye.” DOSYA
*Jinên ku bertek nîşanî îkramiya teqawidbûnê ya ku ji bo cejnê tê dayîn û gotin: "Îkramiyeya ku tê dayîn têra kirina şekirê cejne nake. Xelk dê çawa debara xwe bike. Divê şert û mercên teweqitan bê başkirin." BI DÎMEN
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Erdîşê bal kişandin ser têkoşîna aştiyê ya bi salan e dimeşînin wiha bang li dayikên leşker û polîsan kirin : "Divê hûn jî bi me re gavekê bavêjin. Werin em dayik vê pêvajoyê bimeşînin." DÎMEN HENE