Xeta Jinê yekemîn salvegera xwe pîroz kir

  • 18:21 29 Mijdar 2024
  • Rojane
STENBOL-Xeta Jinê bi wesîleya yekemîn salvgera xwe bernameyek pêk anî û da zanîn ku wê têkoşîna xwe bi şoreşê tacîdar bikin.
 
Xeta Jinên der barê yekemîn salvegera xwe de li Mor Mekan a Kadikoyê bernameyek pêk anîn. Gelek jin tevli bernameyê bûn û pankartên ‘Xeta jinê Xeta jiyanê’ û ‘jin jiyan azadî’ hatin daliqandin.
 
Bername bi sînevîzyoneke ku Xeta Jinê dida nîşandan, destpê kir. Jinên ciwan li vir axivîn û diyar kirin ku wê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ parastina cewherî esas bigirin û wê têkoşîna xwe bi şoreşê tacîdar bikin.
 
Ji bo bîranîna yekemîn salvgerê, jinan di bernameyê de berhemên destan yên wekê boyaxkirina cam,  boyaxkirina textan û çenteyan amade kirin.
 
Piştre ligel def û gîtarê muzîk hat pêşkêşkirin. Jinan ligel stranan govend gerandin. Bername bi govendê bidawî bû.