Ji Mêrdînê bang: Serhildana me wê biherike kolanan

  • 11:36 23 Mijdar 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Meşa 25’ê Mijdarê ya ku li Mêrdînê ji aliyê bi sedan jinan ve bi dirûşma “Jin jiyan azadî, azadiya Rêbertî” bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin de, jinan peyama ku ew paşve gav neavêjin dan. 
 
Jinin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrdînê hatin cem hev û bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê meşek li dar xistin. Jinên ku ji gelek bajarên wekî Sêrt, Wan û Amedê hatin Mêrdînê, li çerxerêya Qoser a li navçeya Artukluyê hatin cem hev. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) û hevşaredarên Mêrdînê û yên bajarên derdorê tevlî meşê bûn, jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li hev civiyan û bi dirûşman meşiyan. Di meşê de jinan pankarta “Jin Jiyan Azadî li dijî şîdeta mêr-dewlet û zîhniyeta mêtînger” vekirin û pankartên bi wêneyên Nagihan Akarsel, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Jîna Emînî, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku hatin qetilkirin û bi dehan şehîdan hilgirtin û bi dirûşman meşiyan.
 
Jinan di meşê de sirûdên berxwedanê gotin û bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî tekoşîna Jinan", "Jin jiyan azadî, Azadiya Rebertî" û "Jin şer naxwazin, astiye dixwazin" berz kirin. Jinên ku di tevahiya meşa heta Parka Otobanê meşiyan, li parkê daxuyanî dan.
 
'Serhildana me wê biherike kolanan'
 
Li ser navê TJA'yê Hatîce Oncu daxuyanî da û banga "Em bi Jin jiyan azadî re bêjin rawestin" kir û got, "Em ê bi şoreşa jinan kesên hatin qetilkirin nemir bikin." Hatîce Oncû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîd ji Îmraliyê dest pê dike li hemû  civakê belav bûye û got, "Yên ku herî zêde ji tecrîdê bandor dibin dîsa jin in. Di 25’ê Mijdarê de ji bo şikandina tecrîdê em ê her kolan, her taxê veguherînin qada çalakiyê. Em ê bi şikandina tecrîdê azad bibin. Serhildana me wê biherike kolanan."
 
Em gavê paşde nayêjin'
 
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku mafê axaftinê girt, jinên berxwedêr ên li çar aliyê cîhanê silav kirin û di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qeyûman. Devrîm Demîr, da zanîn ku di van rojên ku li dijî qirkirina jinê têdikoşin, îradeya gelê Kurd bi tayînkirina qeyûman careke din hatiye desteserkirin û got, armanca qeyûm tayinkirina destkeftiyên jinan e. Devrîm Demîr bi mînakan diyar kir ku qeyûm nîşan dide ku ew parçeyek ji qetlîama jinan e û got, ji ber vê sedemê ew ê weke jin têkoşîna herî mezin li dijî pergala qeyûman bidin. Devrîm Demîr diyar kir ku jin bi hezaran sal in li dijî pergala serdest a mêr têdikoşin û berdêlên mezin dane û wiha got: “Bi vî awayî; Ger jinan heta niha li dijî pergala serdest a mêr li ber xwe da, ji têkoşîna xwe yê hebûnê gav paş ve neavêt, îro wê nikaribin dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê li dijî pergala serdest a mêr, li dijî polîtîkayan berdin. Me carekê tama azadiyê girt, em ê li hemberî van polîtîkayên qirêj, van polîtîkayên şerê taybet paşve gavê navêjin."
 
'Rejîma qeyûman rejîmeke têkçûyî ye'
 
Piştre Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û diyar kir ku rejîma qeyûman pergaleke ku şîdeta mêr-dewletê ye û anî ziman ku qeyûm çawa êrîşî jiyana jinan dikin. Halîde Turkoglû, diyar kir ku jin bi êrîşa li ser mafê xwe yê hilbijartin û rêveberiyê re rû bi rû ne û got, desteserkirina îradeyê bi tayînkirina qeyûman bûye polîtîkaya talan, qezenc, dizî û qetlîamê. Halîde Turkoglû da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re dixwazin têkoşîna hebûnê ya gelan, têkoşîna jinê ya ji bo azadî û wekheviyê û têkoşîna rêxistinkirina ciwanan a ji bo pêşerojê ji holê rakin.
 
'Bi qedandina tecrîda li ser Birêz Ocalan re aştî pêkan e'
 
Halîde Turkoglu diyar dirt ku ew ê li dijî şer dizayna dewletan dev ji parastina aştiyê bernedin û got, Polîtîkayên aştiyê bi rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan pêkan e. Çawa ku me bi salan li ber xwe da, em ê ji îro  û şûn de jî têkoşîna xwe bidomînin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
 
 
 
 

Etîketan:

qeyum