Meclîsa Jinan a HDK’ê: Bi rêxistinên jinan dê têkoşînê mezin bikin
- 09:04 23 Mijdar 2024
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Gulşen Dagdogen got ji bo fikriyata HDK’ê û rêxitsibûna meclîsa jinê mezin bikin wê dema nû li qadan bin û got: “Hedefa me ev e ku em bi hemû jinan li qadê têkoşînê mezin bikin tecrîdê bişkînin û aştiyê ava bikin. Fikriyata me li alî jiyan û jiyankirinê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku di bin sîwaneya meclîsa jinan HDK’ê de xwe rêxistin bikin.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) konferansa jinan û 13’yemîn Lijneya Giştî bi dirûşmeya "Bi hevî, berxwedan û bi hev re berbi azadiyê" pêk anîn. Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Gulşen Daşdogen der barê dema nû ya HDK’ê de axivî.
Wê bi rêxistibûn pratîk bibe
Gulşen Daşdogen da zanîn ku HDK bi fikriyata jiyanekwe wekhev, azad û avakirina jiyan û têkoşînek hevpar derketiye holê û got: “Ev ji aliyê gelan ve bi kelecan hatiye pêşwazîkirin. Di konferans û lijneye de tabloya derket holê pêknehatina xwerenexbûnê bû. HDK’ê di pratîkê de zêde mayînde nebû û ji ber vê em dema nû wek dema rêxistibûna nû dibînin. Bi vê kelecan û hêviyê em hedef dikin û aştiyê ava dikin. Yek tiştên din a di konferansê de derket holê ku li dijî xizaniyê têkoşîn bê mezinkirin û her wiha hewcedariya aştiya civakî bû. Em li dijî qirkirina jinan, mirinên zarokan têkoşîna hevpar hedef dikin.”
Mezinkirina têkoşînê
Gulşen Daşdogen destnîşan kir ku dema nû de wê wek meclîsa jinan têkoşînê rêxistin bikin û wiha axivî: “Armanca me mezinkirina rêxistinbûnê ye, li her bajarî navçeyî xwegîhandina jinan e. Ji bo vê em ê li qadan bin û rêxistibûnê mezin bikin. Hedefa me avakirina hişmendiya civakiye. Li dijî polîtîkayên şer wê têkoşîna me ya mezincidî hebe. Yek ji sernavên din ya konferansê de derket holê parastina cewherî bû. Ji bo parastina fizîkî û mezinkirina hişmendiyê planên me yên atolyayan heye. Em ê bi rêxistinên jinan re têkoşinê mezin bikin. Parastina cewherî ya herî xurt rêxistinbûna me ye.”
‘Em ê ji bo şikandina tecrîd û aştiyê bixebitin’
Gulşen Daddogen, daxuyand ku li dijî tecrîdê dema nû de nexşerê bişopînin û wiha berdewam kir: “ Aştî pêwiste. Berpiyarsiyariya me heye ku em vê bikin rojevê. Çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîde. Dema nû de hedefa me ev e ku tecrîd bê şikandin û aştiyeke mayînde bê avakirin. Ji bo vê wê xebatên me bidomin. Em ê di bin sîwaneya Meclîsa Jinan a HDK’ê de rêxistibûna xwe bidomînin û hemû jinan vexwendiyê rêxistibûnê dikin. Em di hefteya 25’ê Midjarê de ne. Em ê 25’ê Mijdarê li Tunela Taksîmê bin. Em hemû kesî vexwendiyê Tunela Taksîmê dikin.”