ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 22 Mijdar 2024
  • Rojev
 
* "Di vê serdemê de serhildanên ku li Bakur dest pê kirin gav bi gav li metropolên Tirkiyeyê belav bûn. Her ku tundî zêde dibe û gund tên valakirin, berxwedan mezin dibe û serhildan dest pê dike. Jina kurd dikeve pêvajoyeke bîrdozî-polîtîk ku di dîroka xwe de qet nejiyaye." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica, ber bi 25’ê Mijdarê ve bal kişand ser normên ku netew-dewlet li jinan ferz dike û wiha got: “Em ê li dijî tecrîd, qetilkirinên jinan, destdirêjiya li zarokan têbikoşin. Em ê felsefeya jin jiyan azadî ya li cîhanê belav bûye bijîn. Em bi rihê piştevaniyê hemû kesî vedixwînin qadên 25’ê mijdarê.” DÎMEN HEYE 
 
*Aktîvîsta Îranî Atena Daemî diyar kir ku seranserê dîrokê gelek jinan ne tenê jiyana jinan, ya civakê jî bi serkeftin guhertine û got: “Jinên ji rolên siyasî û civakî hatin dûrxistin, wek lîderên tevgerê derketin holê. Bêguman bedela vê têkoşîna demdirêjî giran bû.” DOSYA
 
* Parêzer Ebru Demîrtepe der barê xwendekara zanîngehên Rojîn Kabaîş ku winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin û herwiha veşartina li ser dosyayê de axivî û got: “Bi biryara veşariyêre, bi hişê me hemûyan re pirsa "Gelo hinek kes tên parastin" ava bû. Biryara veşartiyê dijhiqûqiye. Em çareya hev û dinin. Yên me ji vê tundiyê biparêze em in, têkoşîna me ye.” DOSYA/BI DÎMEN
 
*Jinan bertek nîşanê cezayê darvekirina ku hikûmeta Îranê li girtiyên siyasî yên jin biriye dan û gotin: “Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Divê her kes bibe dengê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî.” DÎMEN HEYE