Çîroka surgun, xizanî, girtîgeh û berxwedanê
- 09:02 18 Mijdar 2024
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - BêrîvanTîbelîk a bi surgun, girtîgeh, daraz û qeyûman re têkoşîn meşandiye da zanîn ku wek jinekê wê ji bo azadiya xwe têkoşînê bidomîne.
Bi destê desthilatdariyê li Kurdistanê zext tên meşandin û herî zêde jî jin û zarok bi bandor dibin. Jinên Kurd ku bi her cureyê tundiyê re têdikoşin, bi salan eli dijî tundiya mêr, dewletê li berxwe didin.
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ve, jiyana jinan a bi berxwedanê tijî ye îlhamê didin. Bêrîvan Tîgelîk ya li ÎHD’a Wanê aktîvîstiya dildar dike yek ji van jinan e. Bêrîvan Tîbelîk berxwedana xwe vegot.
Bêrîvan Tîbelîk ku di temenê biçûk de her cureyê tundiyê dibîne, malbata wê ji gundê Êzdînan ê Şaxa Wanê koçî Wanê dikin.
Vegeriyan gundê xwe
Bêrîvan Tîbelîk bi lêv kir ku dema 6 salî ye di 1999’an de vegeriyane gund û wiha got: “Min li gund bi wêrekî karê xwe dikir. Min karê ku digotin karê mêran e dikir. Min her tim digot çima mêr dikarin bikin jin nikarin bikin?”
‘Em jin her tim di têkoşînê de ne’
Bêrîvan Tîbelîk wiha anî ziman: “Di 2010’an de ji ber nexweşiyên bavê min em dîsa hatin Wanê. Vê carê min ji bo malbata xwe têkoşîn meşand. Me zor û zehmetî kişandin. Ez di gelek sektorên taybet de xebitîm. Ez di her tiştî de bi ser ketim. Di 2014’an de min serî li şaredariya Wanê da. Serlêdana min hat qebûlkirin. Em jin her tim di nava piştevaniyê de bûn. Sê sal û nîvan xebitîm. Di 2016’an de qeyûm hat tayînkirin.”
‘Wek jinekê hewl dan min tune bikin’
Bêrîvan Tîbelîk wiha anî ziman: “Qeyûman ewil xebatên jinan hedef girt. Piştî qeyûman wek jinekê ez hedef girtim. Xwestin min surgun bikin. Ewil ez ji kar dûr xistim. Hemû rayeyên destê min girtin. Dixwestin ez serî bitewînim û îstîfa bikim. Lê bi ser neketin. Ez surgunê garajekê kirim. Li vir tenê mêr dixebitîn. Nêzî 100 mêrî dixebitîn.Tişta dixwest bê kirin serîtewandina min bû. Gotin li vî cihî wê nikaribe bixebite. Lê min got ez bixebitim ku bila jinên din jî bizanibin ku dikarin bixebitin. Min peyama xwe da. Lê qeyûman hezm nekir. Ez ji garajê jî derxistim û dan cihekî din. Li wir jî pirsgirêka veguhestinê hebû. Reveberiyê dît ku ez serî natewînim dawî li karê min anîn.”
Hat girtin
Bêrîvan Tîbelîk ku bi zor û zehmetiyên aboriyê re têkoşîn meşand bi destdirêjiya darazê re jî hat rû hev û wiha domand: “Bi îdiaya endamtiya rêxistinê ez hatim girtin. 10 mehan girtî mam. Ez ji girtîgeha Tîpa T ya Wanê sirgunî girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hatim kirin. Em bi rîngê birin. Kelepçe di destê me de bû. Wek îşkenceyê bû. Piştî ji girtîghê derketim jî min têkoşîna xwe meşand. Ez ê ji vir şûnde jî bimeşînim. Azadiya jinê girîng e. Ez niha wek aktîvîsta dildar a ÎHD’ê dixebitim. Ji ber vê jî ez tu car wek jinekê dest ji têkoşîna xwe bernadim.”