Girtiyên jin: Binpêkirinên mafan ji yên tên dîtin zêdetir e
- 09:03 9 Mijdar 2024
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Girtiyê siyasî yên jin yên li girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, di nameya ku şandin de diyar kirin ku binpêkirinên mafan yên di çapemeniyê de tên dîtin hîn zêdetirin.
Girtiyên siyasî yên jin yên li girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, nameya ku di meha îlonê de nivîsîne gihişt ajansa me. Jinan diyar kirin ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan pir zêde ne û di vê mijarê de baga hestiyariyê li rayagiştî kirin.
“Merhaba hevalno, merhaba rêhevalno…
Em we ji dil silav dikin, hembêz dikin. Hêviya me ev e hûn di her alî de baş û bi moral bin. Em bi silavdayînek biçûk bûn mîvanê we. Daxwaza me başî û moralê we ye. Em nikarin xwe bigihînin we, we hembêz dikin em silavan dişînin. Îro em çûn îfadeyê. Ji ber me di meha Tîrmehê de goven gerand û tilîlî kişand em çûn îfadeyê. Lêpirsîn li govenda me hat vekirin. Cezayê dîsîplînê dixwazin. Ev tecrîd mirovan diêşîne. Şerên li Rojhilata Navîn tên jiyîn şerên ji aliyê emperyalan ve tên meşandin û kaosa li Tirkiyeyê li aliyekî; ya li me tê kirin jî li aliyekî. Me nizanibû em vê tabloyê çawa bêjin. Ne nizanî em vê trajediyê çawa bînin ziman. Meşa we, têkoşîna we hêzê dide.
‘Xwegîhandina we hêsantire’
Me li dora rupelan ji we re kulîlk xêz kirin. Pênûsên me diqedin û em ji we re kaxizên bê reng dişînin. Ji ber li zindanan reng qedexene. Boyax qedexene. Xêzkirin qedexeye. Lê reng tunebin jî em bi enerjiya xwe ya rengîn we silav dikin. Em diznain ku govend û tiliiyên me esmanan dihejîne. Em merhema birînên hevin. Em li vir nexweş bikevin sê mehan carê dikarin biçin revîrê. Em nexweş bikevin jî riya revîrê li me girtiye. Xwegîhandina we, ji xwedîgandina koxuşên ligel me hêsantire. Em bi şans, tesaduf hevalên xwe yên vir dibînin.
Em bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû ne. Em nikarin li vir rêz bikin. Ji ber gelek zêde ye. Yên çapemeniyê de tên dîtin pir kêm in. Di vê notkeyê de em bawer dikin ku hûn xwe bigihînin me, eleqeder bibin û balê dikşînin ser binpêkirina mafan. Hêviya rizgariya gelan, bi hilweşandina zîhniyeta serdest ya mêr, rizgariya jinê, jiyankirina Narîn, Ceylan û Berkînan derbas dibe. Em ê îro vê têkşîna xwe şîn bikin. Em wek hevalan hembêz dikin, maçî dikin. Bi hişmendiya ku hêvî ji serkeftinê hîn girîngitire, dimeşin azadiyê û we emanetê germahiya rojê dikin.
Bi silav û rêzdariyên şoreşger
*Girtiyên siyasî yên jin yên li girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê dimînin ji ber govend gerandin û tilîlî kişandin der barê wan de cezayê dîsîplînê hatibû dayîn. Runiştina îtîrazkirina ceza di 18’ê Îlonê de li yekemîn dadgeha înfaza Karşiyakayê hatibû dîtin. Dadgehê ev ceza rakiribû.