ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2024'AN
- 09:00 7 Mijdar 2024
- Rojev
*Ber bi 25’ê Mijdarê Tevgera Jinên Kurd di nîqaşên parastina cewherî yên dimeşînin de derbarê aliyên hiqûqî de jî nirxandina ‘Li dijî her cureyê êrîşên pergalê, di alî hiqûqî de xwe parastin û di çarçoveyên qanûnî xwedî hişmendîbûna mafan de, avakirina rê û rêbazên parastina cewherî ya di zemîna hiqûqî de gelek girîng e’ dike. DOSYA
*“Modela netewa demokratîk rêbaza herî zêde li erdnîgariya me tê ye. Ji ber vê muxatabiyek ne mijara gotinê ye. Rêberê gelê Kurd temînata ku ji bo hemû gel li erdnîgariya Mezopotamyayê bijî ye. Ji ber vê muxatabekî xurt e. Ev realîtek bê hincet e.” JI PÊNÛSA JINÊ
*Parêzera OHD’ê Yasemîn Soydan, der barê pêkanîna ‘mafê hêviyê’ ku tê gotin giredayê atmosfera siyasiye de axivî û got: “Dema maf li gorî geşedanên siyasî bibin mijara bazarê hiqûq ji dewrê derdikeve. Mafê hêviyê ne mafekî ku bibe mijara bazarê ye. Em ê li dijî tecrîdê têkoşînê bidomînin.” DÎMEN HEYE
*Ji hêzên Ked û Demokrasiyê jinan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dan û wiha gotin: “Îro hemû tiştên em xwediyê wê ne me bi kolanê bi berxwedanê bi dest xistiye. Me qanûn li kolanan nivîsî, wê ji vir şûnde jî wisa bidome.” DÎMEN HEYE
* Li gor çeteleya tundiyê ya meha cotmehê 43 jin û 6 zarok hatin qetilkirin, 22 jinan û 4 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
*Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk, destnîşan kir ku li dijî qeyûman bi rojane bi gel re li ber xwe didin û wiha got: “Nexşerêya me berxwedan e. Em ê li berxwe bidin. Em ê tu carî van kolanan bernedin.” BI DÎMEN
*Rojnameger Pelşîn Çetînkaya ku dema berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûman li Êlihê dişopand di bin îşkenceyê de hat binçavkirin û piştre hat berdan, wiha got: “Bajar veguherandine girtîgehê. Tevî daxwaza hikûmetê ya ji bo çapemeniya yek deng jî, em weke çapemeniya azad dest ji ronîkirina rastiyan bernadin." DÎMEN HEYE
*Jinên beşdarî çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman bûn wiha gotin: "Em li dijî polîtîkayên qeyûm li ber xwe didin û dê her tim berxwedana me bidome. Em ê xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin." BI DÎMEN