Li Wanê zincîra 'Ji îradeyê re rêzdarî' hat avakirin

  • 14:59 6 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Li Wanê bi beşdariya sedan kesan li ser Cadeya Cumhuriyetê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya protesetoyî ya “Ji îradeyê re rêzdarî” hate lidarxistin. Bi sedan kesan li ser cadeyê zincîra ji mirovan çêkirin. 
 
Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyê li Wanê hate protestokirin. Girse li Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev, li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de beşdaran pêşmalkên “Ji îradeyê re rêzdarî, em rê nadin qeyûm” li xwe kirin û çalakvanan dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Qeyûm dê biçe dê gel were” berz kirin. 
  
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr di çalakiyê de axivî û got ku îktîdara AKP-MHP’ê kengî bitengije, serî li tayînkirina qeyûman dide. Necla Demîr, wiha domand: “Dîsa qeyûm tayînî şaredariyên Kurdistanê kirin. Îradeya gel dîsa hate xespkirin. Ev hikûmet ji îradeya gelê kurd ditirse. Heta demokrasî tê vî welatî dê têkoşîna me bidome.” 
 
Piştre jî li seranserî cadeyê zincîra ji mirovan hate çêkirin û gelek caran dirûşmên “Şaredarî yên gel in gel li vir e” û Em li Kurdistanê qeyûman naxwazin” hatin berzkirin. Di heman demê de stranên “Lêxin birano lêxin” û “Berxwedan xweş doz e” hatin gotin. 
 
Çalakî hêj didome û welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan.