Jinan li Êlihê daxuyanî da: Em bêdeng namînin

  • 14:35 5 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Siyasetmedarên jin û femînist li dijî tayînkirina qeyûman li Êlihê civiyan û peyama "Em bêden namînin, Gulistan vîna me ye û gelê Êlihê dê vîna xwe biparêze." 
 
Serdanên hevgirtinê yên li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê bûye, berdewam dikin. Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata û Koma Jinan a Femînîs jî serdana hevgirtinê kirin û daxuyanî dan. Berî daxuyaniyê gelek kes di nav de endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) govend gerandin û dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî gelê Kurd" berz kirin. Piştre axaftinan dest pê kir.
 
'Gel îradeya xwe diparêz e'
 
Ji Tevgera Jinan a Femînîst Berfîn Atli bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: "Em dibînin ku weke ku li Êlîhê şer heye, kolan hatine dorpêçkirin. Qeyûm mafê dengdanê û hilbijartinê nas nakin. Ev tê wateya dûrxistina jinan ji qada giştî. Tê wateya girtina saziyên ku ji bo jinan dixebitin. Em tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Îro jin, ciwan û welatiyên temen mezin û her kes li dijî qeyûman îradeya xwe diparêze. Em zanin ku bêyî wekhevî, demokrasî û azadiyê aştî pêk nayê."
 
'Gulistan vîna me ye'
 
Endama Înîsiyatîfa Edaletê ya li dijî Tecrîdê Ayla Akat Ata bertek nîşanî astengkirinê de û bal kişand ser nîqaşên "Pêvajoya nû" û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Me got rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê, ev fikir bi hevseroka jin a ku li Êlihê bi dengekî rekor bi ser ket, jiya û wê bijî. Li pişt vê fikrê kevneşopiya Edîp Solmaz heye. Duh li wir bûn, îro li vir in, sibe jî em ê li vir bin. Ev gel her ku diçe ser sindoqan bi dengên xwe van astengiyan hildiweşîne. Em careke din diyar dikin ku ev têkoşîn tu carî bi îmha, înkar û asîmîlekirinê nayê paşguhkirin. Hevşaredar Gulîstan vîna me û vîna gelê Elihê ye."
 
'Em bêdeng namînin'
 
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok jî di çalakiyê de wiha axivî: "8 sal in desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hewl dide Kurdistanê bi qeyûman bi rê ve bibe. Weke jinên berxwedêr em carek diyar dikin ku em li hemberî siyaseta qeyûman bêdeng namînin. Em ê li kolanan li ber xwe bidin, em ê qeyûman bişînin." 
 
'Li aliyekî tecrîd û li aliyê din qeyûman tayîn dike'
 
Siyasetmedara kurd Sabahat Tuncel bi bîr xist ku 8 sal berê li dijî tayînkirina qeyûman hatin Êlihê û 8 sal şûnde li dijî tayînkirina qeyûmê dîsa li vir in û wiha bi lêv kir: "Yên îradeya gel desteser dikin wê xwe winda bikin. Aqlê dewletê naguhere. Tişta ku dikin ne qanûnî ye. Ev çîrok in. Li ser kurdan tenê qanûnek heye û ew qanûna kedxwari ye. Em vê yekê red dikin. Me heta niha ev yek qebûl nekir, ji niha û pê ve jî em ê qebûl nekin. Mirovên li Enqereyê diaxivin. Hewl didin ji cihê ku lê radiwestin pêşerojekê ji me re xêz bikin. Dibêjin bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were li meclîsê biaxive û piştre qeyûm têxin dewrê. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya bi Omer Ocalan re got, 'Tecrîd didome. Ger şert û merc çêbibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdet derxim qadên hiqûqî û siyasî' Jixwe ev yek tê zanîn, lê hikûmet hê jî di rejîma îşkenceya Îmraliyê de israr dike. Li aliyekî tecrîdê didomîne, li aliyê din qeyûman tayîn dike. Di derdoreke wiha de mirov nikare behsa azadî, demokrasî û aştiyê bike. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê di azadî û aştiyê de israr nekin. Em bi salan ji bo vê têdikoşin. Çawa ku hemû maf li hemû cîhanê xwedî mafên xwezayî ne, mafê kurdan jî heye û bikaranîna wan bi qasî mafê şîrê dayika wan helal e."
 
'Em ê bi ser kevin'
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû destnîşan kir ku ew ê mil bi mil werin û têbikoşin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em ê li her derê  dengê xwe bilind dikin. Pêwîste jin têkoşîna xwe ya ji bo demokratîkbûna vî welatî mezin bikin. Ev têkoşîn li dijî faşîzm û qeyûman têkoşîna misogerkirina demokrasiyê ye. Dixwazin rejîmeke yek zilamî ku gel û jinan înkar dike ava bikin. Ruhê faşîzmê ruhê qeyûmê ye. Li cihê ku berxwedana gel hebe, ti barîkat nikare pêşiya me bigire. Em ê bi hev re barîkatên qeyûman hilweşînin di têkoşîna xwe de serkeftinê bi dest bixin. Difikirin ku dema qeyûm hat tayînkirin em ê dev ji têkoşînê berdin. Gelê Kurd ê têkoşer tevî her cure zextan ti carî serî netewand."
 
'Em ê li kolanan bin...'
 
Di dawiyê de Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk mafê axaftinê girt û spasiya kesên ku ji bo hevgirtinê hatin kir û got: "Nikarin me ji van kolan û meydanan derxin. Çawa ku qeyûm tayînî saziyan dikin, kolan kolanên me ne, qad qadên me ne. Em tu carî van herêman terk nakin. Em rê nadin kesên ku Kurd nas nakin dakevin van kolanan. Bi sedan polîs xwe dorpêç kirin û xwe li pişt wan dîwaran veşartibûn. Li dijî vê talanê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û jinan heye. Li dijî felsefeya me ya jin, jiyan, azadî, êrişeke bêexlaqî hat kirin. Em îro dixwazin van şaredariyan bi Jin, Jiyan û Azadî bi rê ve bibin. Her êriş ji bo me sedema têkoşînê ye. Weke TJA em weke jinên Kurd ên vê pergalê qebûl nakin carek dibêjin. Ev êrîş wê ti carî li hemberî têkoşîna jin û kurdan encam nede. Heta ku ev biryar paşve neyê avêtin em ê têkoşîna li kolanan ranewestînin."