ROJEVA 05'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 5 Mijdar 2024
  • Rojev
 
* Tevgera Jinên Kurd di têkoşîna li dijî tundiyê de, rêxistinbûna di qada aboriyê de wek lingekî girîng ê parastina cewherî digirin dinirxînin, perspektîfek girîng, datînin holê. DOSYA 
 
*Nivîskar Meryem Qazî ya bi pênûsa xwe û parêzvaniya xwe ya ji bo jinan navekî girîng li dû xwe hişt mohra xwe li binê dîrokê xist. Meryemê di heman demê de ji bo mafên jinan jî têkoşîn da û berî jiyana xwe ji dest bide biryara darvekirinê ya Helale Mihemed asteng kiribû.
 
*Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay, bal kişand ser xebatên ku ji bo jinan tê kirin û got: "Niha xebatên nîvco yên di dema qeyûman de mayî temam dikin. Di çarcoveya daxwazên zarok, ciwan û jinan de plansaziyan dikin." BI DÎMEN 
 
*Jinên Xelfetî diyar kirin ku ew ê li hemberî tayînkirina qeyûman li ber xwe bidin û gotin, "Em ê destûrê nedin qeyûman. Em ê li her qadê li ber xwe bidin." DÎMEN HEYE 
 
*Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr derbarê qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de nirxandinan kir û diyar kir ku ew ê li hemberî qeyûm xwedî li îradeya xwe derkevin û got: “Ne em ne jî gelê me vê talanê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê parastina xwe bikin. Em tu carî van polîtîkayan qebûl nakin." BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dan û gotin: "Bila baş bê zanîn ku me tu carî polîtîkayên qeyûman qebûl nekir, ji niha û pê ve jî em ê tu carî qebûl nekin û têkoşîna pêwîst bidin. Li dijî faşîzmê dê bi hev re bin, xwedî li şaredariyên ku vîna gel in derkevin.Werin em serî hildin." BI DÎMEN