Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
- 19:30 4 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLİH - Di çalakiya li dijî qeyûman de rojnameger û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de herî kêm 60 kes hatin binçavkirin.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, li gelek deverên Êlihê bi çepik û sloganan çalakî hatin lidarxistin. Polîsan bi fîşekên plastîk, ava zextê û gaza îsotê êrîş birin li ser çalakiya ku gel bertekek mezin nîşan da. Gelê ku tevî hemû êrîşan paşve gav neavêt, berxwedaneke mezin nîşan da.
Di çalakiyan de endamên meclîsa şaredariyê û rojnameger jî di nav de herî kêm 60 kes hatin binçavkirin. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne:
Adem Tufan, Hatice Sonuk, Mizgin Sonuk, Muzaffer Yildirim, Serhat Aslan, Urmiye Sonuk, Emin Yildiz, Sultani Acar, Aliye Tok, Şilan Aydin, Fikret Soysal, Sibel Suna, Veysi Açikalin, Ozdemir Çelik, Tacettin Sevaci, Gulşen Kornaz, Îbrahim Ozsuna, Elida Koç, Hamza Gok Dilan Acar, Yusuf Kaya, Abdülsamet Hiso, Ramazan Bilmez, M. Can Bariş, Muhsine Bariş, Serdar Bariş, Salih Tekin, Selime Cengiz, Musa Eren, Destegul Daş, Mehmet Salih Bayindir.”
Li aliyê din gel bi parastina vîna xwe çalakiyên xwe yên li qadan didomînin.