Li dijî qeyûman bertek: Em serî natewînin

  • 10:30 4 Mijdar 2024
  • Rojane
RIHA - Hevşaredarên navçeya Rihayê diyar kirin ku ew ê tayînkirina qeyûman li şaredariyên Mêrdîn, Elîh û Xelfetiyê qebûl nekin û gotin, "Em serî natewînin."
 
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, qeyûm hatin tayînkirin.
 
Hevşaredarên navçeyên Rihayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.
 
Desteserkirina îradeyê
 
Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Mûslûm Baran jî gotin, "Tayînkirina qeyûman li şaredariyên me yên Halfetî, Mêrdîn û Êlihê ku me bi desteka mezin a gel bi dest xist, desteserkirina îradeya gel e. Berê jî gelek caran hat ceribandin, bi ser neket û gel bersiva pêwîst da û dê destûrê nedin desteserkirinê."
 
Peyama berxwedanê
 
Hevşaredara Serêkaniyê Dîlan Ablay diyar kir ku danê sibehê bi bêhiqûqiyeke nû ji xew rabûn û got, "Hikûmet bi zext û zilmê hewl dide desteka ku nikare ji gel bigire. Roj bi roj berteka xwe ya civakî winda dike, hewl dide hebûna xwe bi dijminatiya Kurdan biparêze, şêniyên Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê bi salan di bin zextên desthilatdariyê de ne, ji xizmetê hatine bêparkirin . Hewldanên hevalên me yên ku dixwazin şaredariya gel bigihînin her kêliyê civakê, bi vê fermanê tê astengkirin û dixwazin gel ceza bikin. Em ê serî li ber polîtîkayên bêhiqûqîyê daneynin, ew ê me û gelê me bêdeng nekin."
 
'Nayê qebûlkirin'
 
Hevşaredarên Hewagê Aygul Kapıkaalî û Îsmaîl Yildiz gotin, "Tayînkirina qeyûman ji bo îradeya gel a ku di encama bikaranîna mafê hilbijartinê de ku hêmana herî girîng a demokrasiyê ye, derdikeve holê, temsîliyetek mezin e. Binpêkirina nirxên demokratîk, bi awayekî eşkere li dijî prensîba dewleta hiqûqê ya demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Di encamê de bi temamî nayê qebûlkirin ku demokrasî û hilbijartinên azad bi vî awayî bên binpêkirin û bi vî awayî prensîba serweriya hiqûqê, mafên mirovan û nirxên demokratîk bin pê bikin. Em vê pêkanînê bi tundî şermezar dikin."
 
Hevşaredarên Curnereşê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş jî gotin, "Îradeya gel ji aliyê qeyûmên tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê hatine kirin ve hatiye desteserkirin. Mafê hilbijêrî û hilbijartinê hatiye binpêkirin. Kiryarên nehiqûqî û bêhiqûqî tên kirin."