Serra Bucak: Em rê nadin qeyûman

  • 09:46 4 Mijdar 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak bertek nîşanî tayînkirina qeyûman li 3 bajaran bi gotina "Em rê nadin qeyûman" da.
 
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, qeyûm hatin tayînkirin. Yek ji kesên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak e.
 
Serra Bucak li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bertek nîşanî qeyûm da. Serra Bucak wiha got: “Em qeyûmên ku di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an de li Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê hatine tayinkirin û zîhniyeta ku di vê yekê de israr dike, bila zanibin ku hûn em rê nadin qeyûman! Îradeya ku di hilbijartinên herêmî de ji sindoqan derdikeve îradeya gel e û divê neyê jibîrkirin ku pêkanîn û zextên antîdemokratîk çiqasî zêde bibin, gelê Kurd û Tirk teqez wê ji vê fermanê re bêjin rawestin."