Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî” derket
- 09:25 4 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 255’emîn hejmara rojnameya Xwebûnê bi manşeta kirmanckî ya “Dizdê îradeyî” derket. Piştî Wezîrê Karên Hundir ê dewleta tirk qeyûm tayînî şaredariya Esenyûrtê kir, rojnameyê bi analîzeke kirmanckî bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û diziya vîna gel.
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Yekîtiya gelan dê dawiyê li şer bîne” bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di hevpeyvînê de Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed têkildarî êrîşên li ser herêmê destnîşan dike ku dê yekîtiya gelan dawiyê li şer bîne. Rojnameyê di rûpela JIN’ê de bi sernavê “Kirasê aştiye û derewên mafên mirovan” cih da nivîsa nivîskar Sorgul Şêxo. Sorgul Şêxo di nivîsa xwe de diyar dike ku heke cîhan dibêje Şoreşa Rojavayê hêvî ye; bersivên lêgerînên xwe li vir dibîne, şoreşa rastîn a ku ewqas sal in lê digere li vir dîtibe, divê ku xwedîlêderketineke mezin jê re çêbibe. Sorgul Şêxo destnîşan dike ku Kurdistan îro di nava agirê şoreş û serhildanê de ye.
Di binmanşetê de jî rojnameyê bi sernavê “silav dê hêzê bide têkoşîna gelan” û bal kişand ser hêza slava Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora slavê ya li ser têkoşînê.