'Gava yekem bû aktîfkirina saziyên hatibûn girtin'

  • 09:02 4 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Memîhan Zeydan
 
WAN - Hevşardara Tuşbayê Hanim Akkoş der barê xebatên jinan ên dimeşînin de axivî û got yekemîn gava avêtin vekirina saziyên ku ji aliyê walîtiyê ve hatibû girtinê bû û wiha got: “Em ê giraniyê bidin qursên xwendin nivîsandin, enstruman, hunera detan ku jin bikaribin xwe têde pêş bixînin û hilberînê bikin.”
 
Şaredariya Tuşba ya Wanê di hilbijartinên Adarê de ket destê Partiya Wekhevî û Demoraksiyê ya Gelan (DEM Partî). Şaredarî berê di destê AKP'ê de bû û xebateke der barê jinan de nehatibû meşandin. Piştî ji aliyê DEM Partiyê ve hat bi rêvebirin saziyên ku ji aliyê walîtiyê ve hatibûn girtin ji nû ve hatin vekirin, xebatên jinan hatin destpêkirin û qurs hatin vekirin.
 
Hevşaredara Tuşbayê Hanim Akkoç der barê xebatên jinan de axivî.
 
‘Me qursên ku hatibûn girtin ji nû ve vekirin’
 
Hanimê da zanîn ku ji roja Tuşba bûye navçe ji aliyê AKP’ê ve dihat bi rêvebirin û berê der barê jinan de tu xebat nehatibû  meşandin. Hanimê wiha vegot: “Ji bilî çend qursên nexweş û dirûnê tiştek tunebû. Di bin navê navenda jiyanê de cihek hebû, lê dema DEM Partî hat rêveberiyê Walîtiyê ew der girt, qursên wê betal kir.Me qursên ku hatin girtin ji nûve vekir. Piştre ji ber Halk egîtîmê mamosteyên xwe kişandin sazî dîsa hatin girtin.”
 
 ‘Ji bo vekirina navendên jiyanê yên jinan em dixebitin’
 
Hanim Akkoş bi lêv kir ku bi israr qurs ji nûve vekirine û wiha domand: “Em ê giraniyê bidin qursên ku jin dikarin xwe pêş bixînin û hilberînin. Em ê qursên xwendin nivîsandin, enstruman û hunera destan vebikin. Dawiya van qursan de em ê belgeya hostetiyê bidin. Em hewl didin kursên ku îstîhdamê pêk tînin vebikin. Em niha ji bo vekirina Navenda Jiyanê ya Jinan dixebitin. Demek nêz de em ê vebikin.”
 
‘Em bi jinan re bi rê ve dibin’
 
Hanimê da zanîn ku wê der barê tenduristiya jinê de jî xebatên hişmendîkirinê bimeşînin û li taxan semîner û perwerdehiyên tenduristiyê plan dikin. Hanimê wiha domand: “Me bi xebatkarên şardariyê re der barê destdirêjiya li hember zarokan semîner pêk anî. em xebatên jinan bi nêrîna azadiya jinê dimeşînin. Em li taxan bi jinan re tên gel hev me soz daye ku em ê şaredariyê bi jinan re bi rêve bibin. Me ji bo ciwanan jî navenda etutê vekir.”
 
‘Wê berdewama şahiyên zarokan bê’
 
Hanimê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi armanca têkoşîna li dijî destdirêjî û hişbirê komîsyon xebatan dimeşînin. Me li du taxan şahiya zarokan pêk anî. Rojek xweş bû. Me şahiya bafirokan pêk anî. Daxwazkirin ku ev bername bidomin. Heta ku şert û mercên hewayî dest bide em ê bidomînin. Em ê demek nêzde darên bihîv û gûzan biçînin.”