Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan
- 08:54 4 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, li pêşiya şaredariya bi van gotinan bertek nîşan da: “Ev gel êdî şiyar bûye. Em ê bi ser kevin.”
Li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bû, qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram hate pêşiya şaredariyê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da.
Saniye Bayram, bi van gotinan bertek nîşan da: “Ji xwe şerm bikin! Vê nekin. We 10 mifetîş şandin lê we tiştek nedît. Qeyûmî li vir dizî kir lê we tiştek nekir. Şeref Albayrak bi qasî dinyayekê dizî. Ev gel êdî şiyar bû. Sibe hilbijartin bê lidarxistin dê em ê dîsa bi ser kevin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”
Piştî tayînkirina qeyûm, xelkê navçeyê li ber şaredariyê kom dibe.