Ji hevşaredaran peyama 'Em paşve gav navêjin'
- 08:34 4 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyê qeyûm tayîn kir. Hevşaredaran peyama "Em paşve gav navêjin" dan.
Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyê qeyûm tayîn kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Em ê tu caran dev jê bernedin. Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin. Em ê rê nedin xespkirina îradeya gel. Bila ev yek wiha bê zanîn!”
Hevşaredarê Xelfetî Mehmet Karayilan jî diyar kir ku biryara qeyûmê ji aliyê polîsan ve jê re hatiye ragihandin. Mehmet diyar kir ku biryara qeyûmê “Nenaskirina vîna Gelê Kurd e.” û wiha bi lêv kir: "Ev bi salan e dewam dike. Îradeya gel a xwerêveberiyê her tim pêk tîne. Zîhniyeta ku nikare vê yekê tehemûl bike, her carê dadikeve qadan. Ev zilm e. Gelê me vê qebûl nake. Em ê bi hev re bin. Em ê heta dawiyê paşve gav neavêjin. Em ê li gel hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin bimînin û biparêzin dê li cem gelê xwe bin."