20 hezar kes gihiştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

  • 19:37 3 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji ber şerê Hîzbullah-Israîlê 20 hezar kes gihiştin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
Maseya Krîzê ya taybet bi kar û barên welatiyên ji Lubnanê vedigerin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye, aşkera kir ku beşên nû di nav de Sûriyeyî û Lubnanî gihiştine herêmê.
 
Maseyê diyar kir ku hejmara giştî ya welatiyên ji Lubnanê vedigerin ku gihaştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de 87 Lubnanî, 28 cenaze, 20 hezar û 206 kes e.
 
Welatiyên vedigerin an diçin malên xwe yan jî malên xizmên xwe yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên ku tu cih tune ne berê xwe bidinê, Rêveberiya Xweser navend ji wan re amade kirine.