Li Reqayê jinan pêşangeha hunerê vekir
- 15:54 3 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Weqfa Jina azad a Sûriyeyê li kantona Reqayê bi sernavê "Tiliyên Zêrîn" pêşangeka hunera jinan vekir.
Weqfa Jina azad a Sûriyeyê li kantona Reqayê bi sernavê "Tiliyên Zêrîn" pêşangeka hunera jinan vekir. 7 jin ji endamên nivîsgehên Weqfa Jinan ên Tebqa, Kobanê, Qamişlo, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Perwerdeyê û dibistana Kewkeb El Tifûle û jinên ji kantona Reqayê, tevli pêşangehê bûne.
Di pêşangeha ku li hola Stada Beledî ya bajêr hatiye vekirin de, jinan hunerên xwe yên wekî dirûnê, ristina rîs, xiriç, xêzkirina tabloyan û aksesuarên bi destan hatine çêkirin dan pêşandan.
Bi dehan şênî, xwendekarên dibistana Kewkeb El Tifûle, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Aboriya Jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin di roja yekemîn de serdana pêşangehê kirin.
Di merasîma vekirina pêşangehê de, endama rêveber a Weqfa Jina Azad şaxê nivîsgeha kantona Reqayê Muna El Elî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.
Muna wiha got: "Em bi hatine we kêfxweş in. Ev pêşangeh, bi awayekî nû hunera jinan pêşkêş dike. Her wiha hêza wê nîşan dide ku dikare berhemên xweşik çêke."
Muna armanca wan a vekirina pêşangê jî vegot û wiha lê zêde kir, "pêşxistina behreyên jinan, peydakirina derfetê ji jinan re ji bo ku bikarin berhemên xwe pêşan bidin û bifiroşin û bazara berhemên destan bidin nasandin. Her wiha armanca wan ew e piştgiriya jinên afrîner bikin, projeyan ji jinan re peyda bikin ji bo ku bikarin behreyên xwe pêş bixin."
Pêşangeh heta sibe dê bidome.