Ji KJK’ê ji bo Dayika Plazo De Mayo peyama sersaxiyê

  • 14:07 3 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN KJK’ê ji bo Dayika Aştiyê ya Arjantînî Mîrta Acuna De Baravalle ku yek ji damezrînerên tevgera Dayikên Plazo De Mayo ye, peyama sersaxiyê weşand û got: “Em ê di her kêliya têkoşîna xwe de xeyalên we yên ji bo jiyana adil û azad mezin bikin.”
 
 Yek ji avakera tevgera Dayikên Plazo De Mayo Dayika Aştiyê ya Arjantînî Mîrta Acuna De Baravalle di temenê xwe yê 99 salî de duh jiyana xwe ji dest da. Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku wê mîrasa têkoşîna Mirta Acuna De Baravalle zindî bihêlin.
 
Di peyma KJK’ê de ev tişt hat gotin:
 
“Em duh bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku Mîrta Acuna De Baravalle yek ji damezrînera Dayikên Plaza De Mayo çûye ser dilovaniya xwe. Em weke tevgera Jinên Kurd KJK’ê di kesayeta berxwedêr a Mîrta Acuna De Baravalle de, ji bo jinên têkoşer ên Arjantînê û Dayikên Plaza De Mayo sersaxiyê dixwazin, êşa wan mezin parve dikin. Dosta me ya hêja yek ji avakera pêkhateya PLAZA DE MAYO bû, ji salên 1977’an ve heya 1’ê Mijdara 2024’ê temenekî dagirtî bi têkoşînê derbas kir. Heya gihîşt ser dilovaniya xwe bû dengê tevahî dayik û pîrikên ku ji ber zilm û faşîzmê zarok û neviyên xwe winda kirine. Di rastiya xwe de di serdema cûntayê de li Arjantînê jinan yekemîn çalakiya bi rêxistinkirî ya li dijî binpêkirina mafên mirovan bi riya Plaza De Mayo pêk anîn. Ew dayikên ku zarok û neviyên wan bi darê zorê hatine windakirin ji bo aqûbeta ewladên xwe hîn bibin, rastî neheqiyên pir mezin hatin. Vê berxwedan û vînê îlham daye têkoşîna gelan jî.
 
‘Ji têkoşîna xwe ya pîroz gav şûnve navêt’
 
Rêzdar Mîrta Acuna De Baravalle dostaniya xwe bi gelê Kurdistanê re bi taybet jî bi Dayikên Şemiyê re domand. Mixabin wê ruxmî tevahî ked, berxwedan, têkoşîn, hewldan, azwerî û bêrîkirinan jî nikaribû xwe bigihîjîne neviyên xwe. Lê ruxmî vê zilma mezin wê tu carî ji têkoşîna bi rûmet gav paşve navêt. Bi bîr, bawerî, wêrekî û azweriya xwe, bûye remza têkoşînê. Wan bi wêrekî û dilsoziya xwe mîraseke berxwedanê ya pîroz afirandin. Li dijî pêkhateyên zordest, dîktator û faşîst wan rojek jî xeyalên xwe yên azadî, edalet û heqîqetê winda nekirin. Em îro weke tevgera Jinên Kurd şopdarên meş û têkoşîna heqîqetê ya dayikên mîna Mîrta Acuna De Baravalle ne. Em ê di her kêliya têkoşîna xwe de xeyalên we yên ji bo jiyana adil û azad mezin bikin.
 
Belê parêzvana edalet û azadiyê dosta me ya hêja em te tu carî ji bîr nakîn. We îsbat kir ku mezinbûn û pîrozbûna herî mezin têkoşîna ji bo edaletê ye. Bê xem be dayika têkoşer, em xeyalên te tevli xeyalên xwe dikin. Em ê we di têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Ala we ya berxwedanê di destên me de ye. Em ê bi bilindkirina laçika xwe ya spî, doza edaletê teqez bi ser bixin.”