ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 3 Mijdar 2024
  • Rojev
 
* Tevgera Jinan a Kurd di nîqaşên derbarê parastina cewherî de diyar dikin ku parastina cewherî ahlaq û polîtîkaye. Her wiha tê diyar kirin ku civaka ku nehatibe rewşa hêza siyaseta demokratîk, parastina wan ya cewherî jî wê tunebe û ji ber vê jî mirov nikarin behsa hebûna wan bikin. DOSYA
 
*Endama Anka-Derê Emîne Oguz balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyon û êrîşên li hember gelê Kurd û zimanê Kurdî û got: “Ya ziman heyî dike çand û zimane. Ziman nasname ye. Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin.” BI DÎMEN 
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusun Kayra derbarê binpêkirinên mafan yên li hember jin û zarokan û her wiha têkçûna ahlaqî de axivî û da zanîn ku divê têkoşîna femînîst, bikeve pêşiya hemû têkoşînan. BI DÎMEN
 
*Medyaya alîgir a ku seferberiya xwe ya rewakirina bêhiqûqiya îktidarê dewam dike, herî dawî jî bi nûçeyên xwe yên têkildarî tayinkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Esenyurtê, dîsa rola xwe lîst. Elbet em li hemberî vê helwestê şaş neman û me dît ku bi gotina “qaşo rojnameger” û hedefgirtin çapemaniya azad çawa dixwaze bigihêje armanca xwe. MEDYA KRÎTÎK