‘Di bin navê stajê de zarok wek hêza kar a erzan tên xebitandin'
- 09:02 12 Cotmeh 2024
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Hevseroka Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul da zanîn ku di MESEM’yan ku de 4 rojên hefteyê pewerda pîşeyî û rojekê jî perwerda tedarîkê tê dayîn de zarok wek hêza erzan a kar tên xebitandin û got: “Li wir li zarok heqeretên fîzîkî û gotinî jî tên kirin.”
Navenda Perwerda Pîşeyî (MESEM) ku girêdayê Midûriyeta Giştî ya Perwredehiya Teknîkî û Pîşeyî ye, di 2016’a n de bi guherîna Qanûna Perwerda Pîşeyî de ket bin perwerdehiyê normal. Li MESEM’ê wek lîseya normal divê 4 sal perwerde bê dîtin. Xwendekarên qeyda xwe li MESEM’ê kirine 4 rojên hefteyê tên xebitandin û rojekê jî perwerdê digirin.
Zarok di kategoriya karkerên zarok de tên xebitandin û carnan rê li ber mirinan vedibe. Mûçeyê wan jî ji sedî 30’ê mûçeyê asgariye. Ev jî binpêkirian kedê xwe re tîne. Li MESEM’yan ku mîlyonekî zêdetir xwendekarên wê hene dem bi dem bi mirinên zarokên karker tê rojevê. Sala dawî de Arda Tonbul yê 14 salî, Alperen Enes Ural yê 17 salî, Aleperen Kocayavuz yê 15 salî, Zekaî Dîkîcî yê 16 salî, Ulaş Dumlu yê 17 salî, Muratcan Eryilmaz yê 17 salî, Erol Can Yavuz yê 15 salî, Omer Çakar yê 17 salî di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Ligel MESEM’an li Lîsteyên Pîşeyî û Teknîkî jî keda zarokan tên binpêkirin. Hefteye sê rojan dixebitin û du rojan jî perwerdê dibînin. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul der barê mijarê de axivîn.
‘Di bin navê stajê de zarok tên xebitandin’
Ozlemê da zanîn ku di bin navê MESEM’ê de bi pergala li dibistanan pêk têheteyê rojekê perwerde ji bo zarokan tê dayîn û got: “4 rojan di bin navê ‘Pîşeyê û bidestxistina pîşeyê’ de zarok li kargeriyan tên xebitandin. Di lîseyê pîşeyî de sê roj staj du roj jî dibistan heye. Niha li MESEM’ê pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Zarok hefteyê çar rojan diçin xebatê û ji fêrbûna pîşeyê wêdetir karkeriya zarokan li wir heye. Gelek rîskan dihewîne û ewlehiya kar tuneye. Zarok 14 saliya xwe temam bikin hefteyê çar rojan li wir dixebitin. Di bin navê stajê de zarok wek hêzar erzan a kar tê xebitandin.”
‘Heqeret li zarokan tê kirin’
Ozlemê diyar kir ku perwerda pişeyî girînge û wiha pê de çû: “Gelek welatên ku pêkanîna perwerda pîşeyî pêk tînin hene. Li gorî eleqe û tercîhan zarok tên bicihkirin. Em pergalek wisa dixwazin. Divê modela perwerdehiyeke ku zarok pîşeyî qezenc dike hebe. Lê mixabin wisa nabe. Li MESEM’ê zarok rojekê diçin dibistanê û 4 rojan wek hêzar kar a erzan tên xebitandin.Her wiha li zarokan heqeretên fîzîkî û gotinî jî tên kirin.”
‘Ji sermayê re pere tê ragîhandin’
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de got li MESEM û Lîseyên Pîşeyî barê kontrolkirinê dane mamosteyan û wiha dawî lê anî: “Kargerî û mamoste tên rû hev. Zarokên tên xebitandin mûçeyê wan dewlet dide. Bi vê rê ji fona betaliyê ji sermayê re pere tê veguhestin. Zarok jî wek hêza erzan a kar tên xebitandin.”