ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
- 09:00 12 Cotmeh 2024
- Rojev
*Siyasetmedara girtî Elîf Çetînbaş komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku paradîgma ku Abdullah Ocalan pêş xistiye li cîhanê bandor kiriye û gihiştiye armanca xwe. Elîfê got bila ji vir şûnde komploger bifikirin.
* Hevseroka Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul da zanîn ku di MESEM’yan ku de 4 rojên hefteyê pewerda pîşeyî û rojekê jî perwerda tedarîkê tê dayîn de zarok wek hêza erzan a kar tên xebitandin û got: “Li wir li zarok heqeretên fîzîkî û gotinî jî tên kirin.” BI DÎMEN
*Jinan diyar kirin ku tehemula wan li dijî qetilkirinên tên jiyîn û bêdengiyê nemaye û got: “Em ê çareseriyê ji dewletê nepên. Riya çareserkirinê bi têkoşînê pêkan e.” BI DÎMEN
*Di 7'emîn salvegera qetilkirina rojnameger Dilîşan Îbîş de rêhevala wê û rêvebera Radyoya Kobanê FM Şîlan Mihemed behsa taybetmendiya Dilîşanê kir û got: "Em ê xwedî li keda pakrewanên xwe derkevin em pênûsa wan li erdê nahêlin û wê kamerayên wan her li heqîqetê bişopîne." BI DÎMEN
*Yadê Eqîde di 13’yê Cotmeha 2019’an de di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de li Serêkaniyê hatibû qetilkirin. Hevala wê Zelfa Bedro, Yadê vegot û diyar kir ku ji bo wê şoreş ya ewil bû, em ê xwîna wê li erdê nehêlin. BI DÎMEN
*Endama Partiya Sûriya Pêşeroj Xalîde Ebdo di salvegera qetil kirina Sekreterê Giştî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de diyar kir ku Ew bi saya berxwedan û giyana pakrewan Hevrîn ew li ser piya ne û xebata xwe dide berdewam kirin, kesên ev sûc kirin û divê werin ceza kirin. BI DÎMEN