Tîma Jinan a Amedsporê 4 lîstikvan transfer kir 2026-08-12 18:20:21   AMED - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 4 lîstikvan transfer kir. Amedsporê ji transferên nû re serkeftin xwest.   Tîma Futbolê ya Amedsporê ku Lîga Superê ya Futbolê ya Jinan têdikoşe di çarçoveya amadekariyên serdema nû ya lîgê de lîstikvan Tûana Şahîn, Buşra Becerîklî, Sude Nûr Sozudogrû û Yaren Încî transfer kir. Amedsporê ji transferên nû re serkeftin xwest û wiha got: “Em ji transferên xwe yên nû re serdemeke serkeftî dixwazin.”