Wê pirtûka li ser Rojîn Kabaîş hatiye nivîsandin bê weşandin 2026-07-26 13:39:39   STENBOL - Pirtûka "Mamoste Rojîn" ku ji bo bîranîna Rojîn Kabaiş hatiye nivîsandin, dê di duyemîn salvegera mirina wê ya bi guman de ji bo xwendevanan were weşandin.   Xwendekara Beşa Geşedana Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, Rojîn Kabaîş 18 roj piştî derketina ji wargeha xwe di 27'ê Îlona 2024'an de di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin. Pirtûkek bi navê "Mamoste Rojîn", ku ji bo bîranîna wê hatiye amadekirin, dê di duyemîn salvegera mirina wê de (15'ê Cotmeha 2026'an) were weşandin. Pirtûk ji hêla xwişka Rojîn Kabaiş, Elif Kabaiş û nivîskar Agit Ozdek ve hatiye nivîsandin û dê ji hêla Weşanxaneya Sirya ve were çapkirin.