Oznûr Bartin: Divê ew polîs ji peywîrê bên dûrxistin 2026-07-24 15:03:33   COLEMÊRG - Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin bertek nîşanî bûyera wesayîta zirxî ku li zarokekê xist û birîndar bû, da. Oznûr Bartin diyar kir ku divê personelên ewlehiyê yên ku di bûyerê de îhmalkar û bi qisûr in tavilê ji peywirê bên dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.   Li navçeya Geverê ya Colemêrgê serê sibê saet derdora 10:00an wesayîta zirxî ya polîsan ku bi lez diçû, li ser rêya 23 Nîsanê ya sûka navçeyê li zaroka bi navê Elanûr Kina ya 17 salî xist û ew birîndar kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin li ser hesabên xwe yên medya dijîtal bertek nîşanî bûyerê da û lênêrîna lawaz û bêrêzik ji Wezareta Karên Navxweyî pirsî. Oznûr Bartin bal kişand ser bêcezahiştina bûyerên bi vî rengî û diyar kir ku ev buyereke polîtîk e.   Daxuyaniya Oznûr Bartin bi vî rengî ye:   “Li ser xaçerêya Onur Marketê ya girêdayî Cadeya Cengîz Topel, di encama lêdana wesayiteke zirxî ku bi lezeke zêde diçû, welatiya me ya bi navê Elanur Kina birîndar bûye. Ji bilî welatiya me ku lingê wê şikestiye û ji ber lêdanê travmaya mêjî derbas kiriye, dayika wê jî di kêliya dawî de xwe ji wesayita zirxî rizgar kiriye. Şahidên bûyerê û malbatê ku me xwe gihande wan, ev bûyera giran a ku ji aliyê wesayîta zirxî ya bi lez û bêkontrol diçû ve pêk hatiye. Careke din bi eşkereyî nîşan daye ku li bajarên herêmê qadên giştî û jiyana sivîlan bêewlehî hatine hiştin.   Em ji Wezareta Karên Navxweyî dipirsin; wê kengî dawî li vê karanîna wesayîtên zirxî ya bêrêzik û bêyî lênêrînê bê anîn ku li qada giştî hebûn û mafên jiyanê yê sivîlan dixe xeteriyê?   Bûyerên wesayitên zirxî ku li Colemêrg û li seranserê herêmê tê xwestin bibe rûtîn, ne di wê astê de ne ku bi gotina ‘qezayên ji rêzê’ bên nirxandin; pirsgirêkeke binyadî û polîtîk e. Ev rewş, rasterast derketina holê ya nebûna lênêrîna îdarî û hiqûqî ye ku bi zirxa bêcezatiyê hatiye xurtkirin. Bêcezahiştina peywirdarên ewlehiyê yên ku dibin sedema bûyerên bi mirin û birîndarbûna giran, di şûna dûrxistina ji peywirê de parastina wan a bi îmtiyazeke kiryarî, zemînê ji van binpêkirinan re amade dike. Avakirina dewleta hiqûqê û betalkirina çanda bêcezatiyê ferz e; divê personelên ewlehiyê yên ku di bûyerê de îhmal û qusûra wan heye derhal ji peywirê bên dûrxistin û derbarê wan de pêvajoyeke hiqûqî ya bibandor bê destpêkirin.   Ez ji Elanur Kina û ji malbata wê re selametî û şîfaya xêrê dixwazim.”