ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-07 09:00:00     * Ji OHD'ê parêzer Îlknûr Alcan, ya ku beşdarî Konferansa Hiqûnasên Kurd a Demokratîk bû, got: "Bi qanûna çarçoveyê re, divê statuya Birêz Abdullah Ocalan were diyarkirin." BI DÎMEN    *Salek di ser biryara dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurd a şewitandina çekên xwe re derbas bû û di bersiva stratejiyên derengmayînê yên hikûmetê de, jinan Îmralî wekî mûxatab ji bo aştiyê nîşan dan. Jinan gotin, "Em aştiyê bêyî rêberê xwe qebûl nakin." DÎMEN HEYE    *Di demekê ku Şaredariya Geverê ji bo avakirina "bajarê jinan" dixebite, jinan ji şaredariyê xwestin ku gavên ji bo îstihdamkirinê, vekirina stargehên jinan, berfirehkirina tora kreşan, afirandina qadên civakî û piştgiriya ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê bavêje. DÎMEN HEYE    *Li gorî îfadeyek ku di dosyaya lêpirsînê ya derbarê Navenda Lênêrtina Taybet a Batman Şifa li Êlihê de cih digire, îda dike ku lêçûnên kesane yên ji bo kesên astengdar hatine veqetandin, ji bo berjewendiyên cuda hatine bikaranîn; ji ber kêmbûna karmendan û xemsariyê binpêkirinên mafan gelek zede bûne; bikaranîna belgeyên sexte fonên li gori berjewendiyan hatine bikaranîn û şert û mercên bingehîn ên jiyan û ewlehiyê li tesîsê nehatine parastin.