Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya derbarê pakêta darazê 2026-06-04 12:08:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê derbarê 12'emîn Pakêta Darzê de daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew ê li dijî wê derkevin. Jinan diyar kir ku pakêt gavek di projeya hikûmetê de ye ku civakê li gorî xeta xwe ya îdeolojîk ji nû ve bi teşe dike û rêziknameyek civakî ya nû dixwaze ava bike.   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê 12'emîn  Pakêta Darzê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Pakêta 12'emîn a Darazê, ku wekî pêşnûmeyek ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin, ji rêziknameyek qanûnî bêtir, gavek di projeya hikûmetê de ye ku civakê li gorî xeta xwe ya îdeolojîk ji nû ve bi teşe bike."   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev gotin derketin pêş: "Di demekê de ku xizanî, bêkarî, kuştinên jinan, îstismara zarokan, zarokên ku dibin hedefa çeteyên tiryakê û sûc, polîtîkayên bêcezatiyê û neheqî li welêt kûrtir dibin; hikûmet, li şûna çareserkirina van pirsgirêkên çareser bike, hewl dide ku bi rêziknameyên ku mafên jin, zarok û kesên LGBTQ+ hedef digirin, rojeva civakî biguherîne.   Pakêtên darazê wekî rêbazek ji bo ji nû ve dîzaynkirina civakê bi kodên baviksalarî, zayendperest û serdestiya mêran têne bikaranî. Agahiyên ku ji pêşnûmeya Pakêta 12'emîn a darzê derketine holê nîşanek eşkere ya vê yekê ye."