Eleqeyek mezin ji bo Girê Mirazan heye 2026-05-31 09:04:34   Gulistan Gulmuş   RIHA - Girê Mirazan, ku yek ji navendên olî yên herî kevin ên dîroka mirovahiyê ye, di demsala betlaneyê de ji bo geştiyaran cihekî populer e. Cihê dîrokî, ku ji geştiyarên navxweyî û biyanî re eleqeyek mezin dibîne, bi dîroka xwe ya bi hezaran salan mêvanan pêşwazî dike.   Girê Mirazan, ku li nêzîkî taxa Orencik a navçeya Xelîliyê ya Rihayê ye, tê bawerkirin ku temenê wê nêzîkî 12,000 salî ye. Kolandinên ku di sala 1995’an de di bin serokatiya arkeologê Alman Klaus Schmidt de dest pê kirine, stûnên kevirî yên bi şiklê T, fîgurên heywanên kovî û gelek avahiyên perestgehê derxistine holê.   Avahiyên ku li Girê Mirazan hatine dîtin eşkere kirine ku civakên nêçîrvan-berhevkar berî bicihbûnê deverên mezin ên perestgeh û rîtuelan ava kirine, ev yek bûye sedema ji nû ve nirxandina gelek baweriyên pejirandî di cîhana dîrok û arkeolojiyê de. Di vî warî de, Girê Mirazan ne tenê yek ji keşfên herî girîng ên Mezopotamyayê, lê di heman demê de yên dîroka mirovahiyê jî tê hesibandin.     Yek ji cihên dîrokî yên herî zêde tê ziyaretkirin   Girê Mirazan, ku di sala 2018’an de li Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO’yê hate zêdekirin, di nav cihên dîrokî yên herî zêde tê ziyaretkirin ên Kurdistanê de di salên dawî de ye. Tê diyarkirin ku hejmara salane ya mêvanên cihê dîrokî, ku ji bo geştiyariya çandî bûye cihekî girîng, ji 700,000î derbas dibe.     Eleqeya mezin dibîne   Bi taybetî di mehên havînê de, tevî hewaya germ jî, cihê dîrokî ji serê sibê ve bi mêvanan tijî dibe. Serdan li cihê kolandinê û navendên agahdariyê yên ji bo Girê Mirazan hatine amadekirin, tê kirin.