Gelê Amedê ji bo pêvajoyê çi difikire? 2026-05-11 09:05:46   Rojda Aydin - Rozerîn Gultekîn   AMED - Jinên Amedî ku têkildarî pêvajoyê axivîn azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin û bangawazî li desthilatdariyê kirin ku gavên pêwîst bavêjin. Jinan her wiha gotin barê aştiyê bi taybetî li ser milên jinan e.   Ji ser pêvajoya “Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk” ve sal û nîvek derbas bû lê hîn jî ji aliyê desthilatdariyê ve gav nehatine avêtin. Ji “mafê hêviyê” bigirin heta derxistina zagonên nû hîn jî ji ber gavên nayên avêtin, ji aliyê desthilatdariyê ve bêdengiyek mezin heye. Welatiyên Amedê ku têkildarî pêvajoyê de axivîn peyamên girîng dan.     ‘Gavên pêwîst bavêjin’   Jinên Amedî destnîşan kirin ku ji ber tecrûbeyên pêvajoyên aştiyê yên demên borî baweriya wan di vê pêvajoyê de bi desthilatdariyê nayê. Jinan bi lêv kirin ku ew ne şer aştiyê, ne kuştinê wekheviyê dixwazin. Jinan di axaftina xwe de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin mîmarê vê pêvajoyê ew e. Jinan bangawazî li desthilatdariyê kir ku ji bo aştî bê avakirin demildest gavan bavêjin. Jinan her wiha gotin ku divê zagonên nû ku bên derxistin jî demildest bixin meriyetê.   Jinan her wiha bal kişandin ser di vê pêvajoyê de rol û mîsyona jinê û diyar kirin ku bi taybetî barê aştiyê dikeve ser milên jinan û gotin ku divê jin hemû bibin yek.