Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin 2026-04-23 09:02:17   Devrîm Findik   STENBOL - Rêxistinên jinan û aktîvîstan diyar kirin ku di bin şer, xizanî û binpêkirinan de dikevin 1’ê Gulanê û bang li jinan kirin ku 1’ê Gulanê de li qadna bin. Jinan diyar kirin ku têkoşîna jinan ji têkoşîna çînî serbixwe nîne û gotin wê di serî de li Taksîmê û her derê dengê xwe bilind bikin.   Li Stenbolê rêxistinên jinan û aktîvîstan berbi 1’ê Gulê bang li jinên kedkar kirin ku li qadan cihê xwe bigirin. Jinan diyar kirin ku keda jinê nayê dîtin, tundî û xizanî her diçe giran dibe û gotin 1’ê Gulanê roja mezinkirina têkoşîna hevpa a karker û kedkarane.   ‘Em 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin’   Ji Yenî Demokratîk Kadin Sevîl Dogan da zanîn ku roja 1’ê Gulanê roja piştevaniya karker û kedkarane û wiha got: “Di vê rojê de hemû çînên bindest yên cîhanê dadikevin kolanan. Wek Clara Zetkîn jî gotiye; rizgariya jinê ji rizgariya çîna karkeran serbixwe nîne. Ji ber vê jî di rojeke wisa de divê jin li qadan cihê xwe bigirin û eniya xwe bigirin. Keda jinê tê binpêkirin û bêewlehî û tundî jî mezin dibe. Çareseriya vê mezinkirina têkoşîna çînî ye. Em bang li hemû jinên kedkar û karker dikin. Li dijî binpêkirin, tundiya mêr, qetilkirin, êrîşan em 1’ê Gulanê de li Taksîmê bên gel hev û dengê xwe bikin yek. Bijî 1’ê Gulanê! Bijî têkoşîna çînan.”   ‘Em ê 1’ê Gulanê li Taksîmê bin’   Aktîvîsta Tevgera Jinan a Sosyalîst (SKH) Perîhan Ozgul jî bi lêv kir ku ew di bin siya şer, talanê de dikevin 1’ê Gulanê û got wê 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin. Perîhan Ozgul wiha pê de çû: “Di şertên jiyanê de em behsa mûçeyê asgarî dikin, di esasê de em behsa pergaleke ku me biçûk dixîne dikin. mûçeyê teqawîtbûnê 20 hezar e. Ew me biçûk dixînin. Pergaleke ku me mirov nahesibîne heye. Em wek çîna karkeran wê 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin.”   ‘Em hemû jinan dipên qadên 1’ê Gulanê’   Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Sebahat Karul jî wiha got: “Em wek jinên TJA’yê wê li qadan bin. Em ê li he derê bi karker û kedkaran re dengê xwe bilind bikin. Ji bo em hêza jinan nîşan bidin em ê 1’ê Gulanê li qadan bin û em hemû jinan vexwendiyê qadan dikin.”   Endama Meclîsa Nûneriyên Komeleya Piştevaniya Mor a Stenbolê Yildiz Gezîcî jî wiha bi lêv kir: “Jin di xizaniyeke mezin de ne. Di çarçoveya 1’ê Gulanê de me li taxan li ser keda nava malê atolye pêk anîn. Em hemû jinan vexwendiyê qadên 1’ê Gulanê dikin.”