KCK'ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand 2026-04-14 10:42:17   NAVENDA NÜÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber koça dawî ya Zeynep Cansiz; dayika yek ji damezrînerên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Sakîne Cansiz daxuaniyeke sersaxiyê weşand.   Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber koça dawî ya Zeynep Cansiz ku dayika yek ji damzrînerên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye daxuyaniya sersaxiyê weşand. Di daxuyaniya KCK'ê de hate ragihandin ku Zeynep Cansiz ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jiyana xwe ji dest da, ji ber vê yekê ew gelekî xemgîn in û ji malbat, xizmên wê û gelê Dersimê re sersaxî hate xwestin.   Berdewama daxuyaniya  KCK'ê bi vî rengî ye:   "Em bi xemgînî pê hesiyan ku dayika yek ji damezrînerên Tevgera me ya Azadiyê ya Kurdistanê hevrê Sara Zeynep Cansiz ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê wefat kiriye. Bila Rehma Xwedê lê be, ji malbat û xizmên wê, tevahiya gelê xwe yê welatparêz û gelê Dersimê re sersaxiyê dixwazin.   Dayika Zeynep şahida Komkujiya Dersimê bû û êşa komkujiyê ji kûrahiyê ve hîs kiribû. Weke gelek malbatên Dersimî malbata wê jî di Komkujiya Dersimê de berdêl da. Ev rewş bû sedem ku hêrsa Dayika Zeynep a li hemberî komkujiyê mezin bibe û taybetmendiyên wê yên Kurdîtiyê derkevin pêş. Bi bandora Dayika Zeynep li nava malbatê hem hestên Kurdîtiye hem jî hêrsa li hemberî komkujiyê mezin bû. Ji ber bandora Dayika Zeynep hêrsa hevala Sara ya li hemberî mêtingeriya qirker gelekî zêde bû, gelekî berxwedêr û dilxwaza azadiyê bû. Ewladeke wele hevrê Sara mezin kir ku vê yekê nîşan da bê xwedî taybetmendiyeke çiqasî xweser e. Em vê yekê bi minetdarî bi bîr tînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me jî bi vî rengî nêzîk dibe û wê bi vê hişmendiyê cenazeyê Dayika Zeynep pêşwazî bike. Em careke din sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz, malbat û xizmên wê û ji gelê Dersimê re dixwazin."