Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayîn 2026-03-12 21:09:39   AMED - Dayikên Aştiyê ji bo bîranina Dayika Aştiyê Sakîne Arat li parka Rojava ya navçeya Peyasê mewlûd da. Di bîranînê de sersaxî ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim hate xwestin.   Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ji bo bîranina Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku 12’ê Adar a 2025’an jiyana xwe ji dest dayî li Parka Rojava ya navçeya Peyas a Amedê mewlûd hate dayîn. Mewlûd li Konê Fitarê ya Şaredariya Peyasê hate dayîn. Dayîkên Aştiyê, hevserokên partiyên siyasî , hevşaredarên Peyasê, parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Adalet Kaya û gelek kes tev li mewlûdê bûn. Di mewlûdê de wêneyên Sakîne Arat hat dayîn û mûm hatin pêxistin. Bi destpêka fitarê mewlûd hate xwendin û piştre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek axivî.   ‘Rêya şehîdan ronahî be’   Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek di serî de Dayika Aştiyê Sakîne Arat û Salîh Muslîm bi bîr anî û wiha got: “Em li ser navê Dayikên Aştiyê, ji malbata xwe re sersaxiyê dikin. Em wek Dayîkên Aştiyê ji bo hevalê Salih Muslîm û dayika Sakîne hatine cem hev. Oxira wan bi xêr be înşelah, rêya wan ronahî be, cihê wan bihûşt be.”