Ji Kongra Star ji bo winda û girtiyan kampanyaya îmzeyan 2026-03-12 20:51:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star kampanyayek îzmeyan ji bo diyarkirina çarenûsa winda û girtiyan da destpêkirin û kampanya wê heta 17’ê Adarê bidome.   Kongreya Star kampanyayek îzmeyan ji bo diyarkirina çarenûsa winda û girtiyan da destpêkirin.Kampanya wê di navbera 12-17’ê Adarê de bidome û 18’ê Adarê encam bê parvekirin. Dê kampanya bi awayê elektronîk û li ser medya civakî jî bê meşandin.   Endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku di êrişên 6-29’ê Çileyê (2026) ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Dêr Hafir, Tebqa, Reqa, Dêrazorê û herêmên Rojavayê Kurdistanê de bi hezaran kes winda bûn.   ‘Em dixwazin zexta navnateweyî bikin’   Rûken Ehmed got: “Her çendî hikumeta demkî a Şamê ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re gotibe 1070’ê kes li gel wan girtiye, lê hejmar pir zêdetir e. Hêjmar digihêje 4000 kesî.Em dixwazin banga gel û malbatên girtiyan radestî saziyên navnetewî bikin. Dê kampanya ne tenê di çarçoveya Rojava û Sûriyeyê de be. Dê kampanyayek vekîrî be. Em dixwazin zexteke navnetewî çêbikin. Komîteyên lêkolînê û hesabxwestinê bên çêkirin. Heyva Sor a Navnetewî derbasî girtîgehan bibe. Ji bo pêkhatina entegrasyonê mîsogeriyek navnetewî hebe.”   Kongra Star di metna kampanyayê de cih da binpêkirinên mafan û xwest ku, rêxistinên jinan, hêzên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl, ji we dixwazin ku hûn vê daxwaznameyê îmze bikin.   Daxwaz hatin rêz kirin   Naveroka Daxwaznameyê Em ên ku li jêr îmze kiriye, hevgirtina xwe ya tevahî bi malbatên kesên girtî û windayî re li herêmên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Dêr Hafir, Tebqa û Reqayê radigihînin. Em binpêkirinên eşkere û zextên sîstematîk ên ku ji hêla Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve tên kirin şermezar dikin, ku ev in:   *Binpêkirina peymanan: Nepabendiya bi peymanên ku bi Hêzên Sûrya Demokratîk re hatine îmzekirin.   *Tawanên şer: Kuştinên bêdadwerî yên belgekirî û ziyangihandina sivîlan.   *Veşartina bi zorê: Veşartina çarenûsa bi hezarên kesan di zindanên Ewlekariya Giştî de di bin tarîkirineke sîstematîk de.   Daxwazên Kampanyayê Em bang li Civaka Sivîl û saziyên têkildar (Xaça Sor, Rêxistina Mafên Mirovan, NY, CPT) dikin ku hemû yekser tedbîran bigirin û ji bo van tiştan tev bigerin:   *Çarenûsa hemû kesên winda û bi zorê veşartî yên di girtîgeh û navendên girtinê yên Hêzên Ewlekariya Giştî de bi awayekî eşkere û bilez bê diyarkirin.   *Hemû dîl û girtî bê şert û merc bên berdan û saxlemiya wan a fîzîkî û derûnî bê misogerkirin.   *Rawestandina yekser a hemû cureyên îşkenceyê, riswakirin û binpêkirinên mafên mirovan ên ku di bin navê operasyonên leşkerî de tên kirin.   *Avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe û bêalî ji bo lêkolîna kuştinên bêdadwerî û belgekirina hemû binpêkirinên ku hatine kirin.   *Hesabxwestina ji sûcdar û kesên berpirsyarê van kiryaran da ku bê sizakirin nemînin, wekî stûneke bingehîn a dadmendiya veguhêz.   *Avakirina kanalên pêwendiyê yên lezgîn, di bin çavdêriya navneteweyî de (Xaça Sor), da ku malbat bikarin rewşa tenduristiya zarokên xwe nas bikin û destûr ji bo serdanan bê dayîn.   *Garantiyên qanûnî li dijî veguhastina girtiyan bo cihên din ên ku dibe ku jiyana wan bixe metirsiyê yan jî dosyaya veşartina wan a bi zorê bêtir tevlihev bike.”   Yên dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê agahiyên nav, pîşe û îkametê dikarin ji navnîşana “petition_kongra_star@disroot.org” bişînin û îmzeyê bide.   Nameya tevahî digel hemû îmzeyan dê di 18’ê Adarê, Roja Navneteweyî ya Girtiyên Siyasî de ji saziyên navneteweyî re werin şandin.