SAMER: Rapora komîsyonê li medya dîjîtal bi şert hat qebûlkirin 2026-02-26 14:10:17   NAVENDA NÛÇEYAN - SAMER (Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk) analîzên li medya dîjîtal ên berî û piştî ragihandina rapora "Komîsyona Xwişk-Biratî û Aştiyê" nirxand.   Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk (SAMER) Lêkolîn li ser tweetên navbera 11-18'ê Sibata 2026 (beriya raporê) û 18-24'ê Sibata 2026 (piştî ragihandina raporê) hate kirin. Di lêkolînê de hate ragihandin ku nîqaşên aştiyê yên li medya dîjîtal ne tenê li ser naveroka metnê bû, her wiha li dora sernavên rewabûn, bîra dîrokî, temsîl û edaletê hate kirin.   Di parvekirinên beriya raporê de hesta herî zêde li pêş bû "bêbawerî" bû. Di tweetan de destpêkê fikar li ser samîmiyeta pêvajoyê hebû.   Li gorî analîzê nirxandinên li medya dîjîtal li ser van sê sernavan hatin kirin:   Fikara rewatiyê: Rexne hate kirin ku pêvajo xwedî gavên şênber û jêneveger nîne.   Fikara li ser nasname û statuyê: Hate destnîşankirin ku aştî ne tenê rawestandina şer e, her wiha misogerkirina nasnameya Kurd bi destûra bingehîn û garantîkirina mafên çandî ye.   Daxwaza edaletê: Li ser sernavên efûya giştî, mafê hêviyê û girtiyên siyasî bendewariya "Pergaleke hiqûqê ya wekhev" hate bilêvkirin.   Li gorî SAMER'ê di dema beriya raporê de bi rengekî kategorîk dijberî li fikrê aştiyê nîne; lê belê bendewariyeke ku hêvî û bêbawerî di nava hev de bû, hebû.   Piştî eşkerekirina raporê renxe bi giranî li ser sernavên şênber hatin kirin. Di nava raya giştî ya Kurd de bendewariya bingehîn ne eşkerekirina metnekê bû, daxwaz ew bû ku mesele ji çarçoveya ewlekariyê bê derxistin û xeta demokratîkbûneke li ser bingeha mafan bê afirandin.   Di tweetan de ev sernav derketin pêş:   Terikandina zimanê 'terorê' û naskirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkê.   Daxwazên destûra bingehînî û misogeriya qanûnî.   Zelalkirina mekanîzmayên edalet û rûbirûbûnê.   Pêvajo xwedî dem, mekanîzma û diyarkeriyê be.   Li gorî nirxandina SAMER'ê gotinên li medya dîjîtal îhtimala aştiyê bi temamî red nake û bi rengekî haydarî û bi şert fikrê aştiyê qebûl dike.Foto: mrk-26-02-26-samer-rapor-analiz