Li Rihayê li dijî kuştina jinan daxuyanî 2026-02-23 18:09:19   RIHA - Endama Platforma Jinan a Rihayê Sema Koroglu di daxuyaniya ku ji bo protestokirina kuştinên jinan hat lidarxistin de wiha axivî: "Erka bingehîn a dewletê parastina jinan e."   Platforma Jinan a Rihayê ji bo balkişandina ser kuştinên jinan daxuyaniyek da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê ya li ber Navenda Kirînê ya Novada Parkê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Kuştinên jinan polîtîk e" hat vekirin. Endama Platforma Jinan a Rihayê Sema Koroglu metna daxuyaniyê xwend.    Sema Koroglu bi bîr xist ku di rojekê de şeş jin hatine kuştin û got, "Ev ne statîstîk e. Ev hilweşandina şeş jiyanên cuda, şeş çîrokên cuda, şeş pêşerojên cuda ye."   'Divê qanûna 6284 bi bandor were bicîhanîn'   Sema Koroglu diyar kir ku mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtina li dijî kuştinên jinan bi bandor nînin û got, "Mafê jiyanê yê jinan ji hêla qanûna destûrî û navneteweyî ve tê garantî kirin. Erka bingehîn a dewletê ew e ku pêşî li tundûtûjiyê bigire, xetereyê ji holê rake û jinên ku ji bo alîkariyê serlêdan dikin bi bandor û zû biparêze. Em normalîzekirina kuştinên jinan, qebûl nakin. Her mirina jinekê hîşyariyeke e ku divê ji hêla rayedarên giştî ve bi baldarî were lêkolîn kirin."   Sema Koroglu, destnîşan kir ku Qanûna Hejmar 6284 çarçoveyek xurt ji bo parastina jinan peyda dike, û got, "Ya girîng ew e ku ev rêzikname bi bandor û bê îstîsna werin bicîhanîn. Divê tedbîrên bilez li dijî binpêkirina fermanên qedexeyê werin girtin. Wekî din, lêpirsînên bi bandor, bêalî û zelal ên li ser mirinên gumanbar ên jinan pir girîng in."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û "Em hene, em ê hebin" bi dawî bû.