Ji Şiliya Emerîkaya Latîn piştevaniya kampanyaya 'KeziyênMeTirsaWe' 2026-01-24 14:21:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Şili bi etîketa “KeziyênMeTirsaWe” dîmenê hûnandina porê hev parve kirin û berxwedana Rojava silav kirin her wiha banga piştevaniya bi jinên Kurd re kirin.   Jinên Şîliyê bi etîketa “KeziyênMeTirsaWe” bi parvekirina dîmenê hûnandina porê hev, peyma piştevaniya bi berxwedana Rojava re dan.   Êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, di rojên borî de çeteyek DAIŞ’ê dîmenê keziya porê jineke şervan ku jê kirbû diyarî kir di medyaya dîjîtal de hat parvekirin hat bibîrxistin.   Li dijî dîmenê ku hat parvekirin, jinên li seranserî cîhanê bi kampanyaya “KeziyênMeTirsaWe” bertek nîşan dan û dîmenên hûnandina porê xwe parve kirin. Kampanya di demek kin de belavî hemû cîhanê bû, jinên ji welatên cuda peyam dan ku ew bi jinên Kurd re ne.   Jinên Şiliyê ku yek ji welatên Emerîkaya Latîn e, beşdarî kampanyayê bûn û bi dîmenê bi etîketa “KeziyênMeTirsaWe” banga piştevaniyê mezin kirin û berxwedana Rojava silav kirin.