Li Erdîşê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan 2026-01-24 13:30:48   WAN - Li navçeya Erdîş a Wanê, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê meşekê hatin şermezarkirin ku bi hezaran kes tevlî bûn.   Li dijî êrişên li hemberî Rojava li navçeya Erdîşa Wanê meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi pêşengtiya DEM Partiyê hat lidarxistin. Ji 7 heta 70 salî gelek kes tevlî meşê bûn.    Girseya gel, li navenda bajêr li hev civiya û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" qîriya. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Rojava wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Rojava xeta me ya sor e, jin, jiyan, azadî" hatin hildan. Meş li Sûda Veguherîna Bajêr bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.   Dayika Aştiyê Said Ûlûgana daxuyanî da, banga bidawîkirina şer kir û got: "Em naxwazin ti dayik bigirî. Êdî bila dayik zarokên xwe nespêrin axê." Said Ûlûgana diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha axivî: "Bila dilê her kesî rehet be, Kobanê wê ti carî nekeve."   Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulseren Varli piştre axivî û anî ziman ku Rojava bi tenê nîne. Gulseren Varli got, "Em niha li wî cihî ne ku beriya 95 salan komkujiya Zîlanê hate kirin. Çawa ku em doh li vir bûn, niha jî em li vir in. Kes nikare serî li me bide tewandin. Em ê bi hev re serketina li Rojava bibînin. Em ji xaka pêşiyên xwe dibêjin; Destê xwe ji Rojava vekişînin."   Girseya gel piştî daxuyaniyê bi dirûşman heta avahiya DEM Partiyê ya navçeya Erdîşê meşiya. Li vê derê jî ji bo Rojava banga piştgiriyê û berxwedanê hate kirin.