‘Hiqûqa navneteweyî hat binpêkirin' 2026-01-24 09:04:08   Melîke Aydin   STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê Jiyan Tosun da zanîn ku li Rojava hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û wiha got:  “Saziyên navneteweyî ji bo rawestandina binpêkirina mafan divê bang li mekanîzmayên navneteweyî bike û faliyetên şopandinê bidomîne. Tiştên li Rojava tên jiyîn di alî mafê mirovan de ezmûneke girane.”   HTŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê ji 6’ê Sibatê de ye êrîşên li dijî Sûriye û Rojava didomîne. Êrîşên bi armanca tunekriina Şoreşa Rojava tên meşandin li her derê tê protestokirin. Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Jiyan Tosun da zanîn ku di dîmenên hatine serwîskirin de di serî de Peymana Cenevreyê û peymanên navneteweyî tên binpêkirin.   Jiyan Tosun daxuyakirin ku piştî Esad, HTŞ hatiye desthilatdariyê û bi hatina wan re li dijî Elewiyan komkujî pêk hatine û ji 6’ê Çile de ye li hember sivîlan êrîş pêk tên. Jiyan Tosun wiha vegot: “Di dîmenan de jî tê dîtin ku bi aşkera hiqûqa navneteweyî û peymana Cenevreyê tê binpêkirin. Wek we hemûyan jî dît bedena jinekê ji avahiyê de hat avêtin. Dîmenên îşkence û binpêkirinên nebaş hene. Ev bi binpêkirinên mafan yên li hember sivîlan an jî komên têdikoşin sînor nîne, ev şerekî li qadên berfireh belav bûyî ye.”   ‘Li Kobanê mafê jiyanê tên binpêkirin’   Jiyan Tosun balkişand ser Kobanê û got li Kobanê nêzî 400 hezar welatî dijîn û wiha domand: “Ji ber qûtkirina av û ceyranê gel nikarin hewcedariyên xwe bînin cih. Dema ev li ber çavan tê girtin, em dibînin ku hemû nirxên mirovahiyê tên binpêkirin.”   ‘Polîtîkayên kolekirinê yên DAIŞ’ê’   Jiyan Tosun balkişand ser ewşa jinên li herêmê û wiha vegot: “Jin dîl tên girtin û aqûbeta wan ne diyare.  DAIŞ’ê li hember jinên Êzidî jî polîtîka kolekirinê da meşandin. Ev dîmenên niha fikarên me zêde dikin. Ev ne tenê ji çavkaniyên herêmî, ev di çavkaniyên nûçeyên fermî yên welatan de jî tê teyîdkirin.Bi pevçûan re li Tirkiyeyê jî mudaxaeleya li dijî civîn û xwepêşendanan zêde bû. Gelek kes hatin binçavkirin. Mudaxale ne tenê li hember çalakgeran, li hember saziyên mafê mirovan jî tên kirin.”   HTŞ’ê zîhniyeta dewleta berê neguherî   Jiyan Tosun daxuyakirin ku Tirkiye yek ji dewletên li qadê aktîf roldigire ye û têkiliya xwe ya bi HTŞ’ê re red nake. Jiyan Tosun wiha bi lêv kir: “Tirkiye ji destpêkê de bi wan re di têkiliyê de bû. Ji ber vê jî bandora vê ya li Tirkiyeyê tê dîtin. Piştî Esad, HTŞ hat û zîhniyeta dewletê ya brê neguherî. Ev salek û nîve pevçûnên navxweyî didomin.Agahiyên ku li herêmê amblemên DAIŞ’ê hene tên. Ev rewş jî nîşan dide ku wê Sûriye ji nûve bikeve şerê navxweyî.”   Ezmûna giran a mafê mirovan   Jiyan Tosun destnîşan kir ku civaka navneteweyî demek dirêje bê bandore û mînaka Fîlîstînê bibîr xist û got: “Ji 2023’an heta niha li hember sivîlan qirkirin heye. Tevî vê civaka navneteweyî di ezmûnê de maye. Li Rojava tabloyek dişibe vê heye. Cîhan bêdenge û her wih apiştgiriyê jî dide hikûmeta Sûriyeyê ya demkî. Ev di alî tevgerên mafê mirovan de ezmûneke pir girane. Berpirsyariya tevger3en mafê mirovan a navneteweyî heye. Mekanîzmayên navneteweyî bê bandor in. Divê em tevgerên mafê mirovan berpirsyarya dewletan bibîr bixînin. Divê em israr bikin. Emê têkoşîna xwe li dijî êrîşan bidomînin. Divê saziyên navnetewyî bang li mekanîzmayên navneteweyî bike ku faliyetên xwe bînin cih.  Em jî wek parçeyek vê têkoşînê wê têkoşîna xwe bidomînin.”