Ciwanên Şengalê ji bo Rojava di çalakiyê de ne 2026-01-23 22:27:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Şengalê, bi armanca piştgiriya berxwedana gelê Rojava meşek girseyî li dar xistin û banga xurtkirina berxwedanê kirin.   Gelê  Şengalê bi şev û roj ji bo piştgiriya berxwedana Rojava di nav çalakiyan de ne. Di vê çarçoveyê de, bi pêşengiya ciwanên Êzidî li komelgeha Digurê ya ser bi Şengalê ve çalakiyeke girseyî hat lidarxistin.   Ciwanên ku ji gund û navçeyên cuda yên Şengalê hatibûn, li ser rêya sereke ya derbasbûna Digurê li hev kombûn. Ciwanan di nava kolanên komelgehê de dest bi meşê kirin û bê navber dirûşmên wekî ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Şengal û Rojava yek in’ qêriyan.   Piştî meşê, koma ciwanan berê xwe da ber avahiya Meclîsa Gel a Digurê. Li wir wekî sembola berxwedanê agir hat pêxsitn. Ciwanan li dora agir heta seatên şevê man û bi gotina stranên şoreşgerî û dirûşmeyan peyama dilsoziya bi gelê Rojava re dan.   Çalakvanan dan xuyakirin ku heta êrişên li ser Rojava bi dawî nebin û serkeftin pêk neyê, ew ê li qadan bin û piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava bidomînin.