Hûnermenda Kurd Dashnî Mûrad keziyên xwe hûnand 2026-01-22 22:26:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Kurd Dashnî Mûrad li ser platforma medyaya dîjîtal Înstegramê dîmenekî ku keziyên xwe dihone parve kir û got: “Terorîstên DAIŞî dê bi tu awayî bi ser nekevin.”   Li ser torên medyaya dîjîtal dîmenek hatibû parvekirin û di dîmenê de çeteyekî HTŞê qewdek por nîşan dida. Çeteyê HTŞê îdîa dikir ku ew keziya şevaneke YPJê ya ku dîl girtine ye. Çete di dîmenê de hewl dida ku bi wan tevgerên xwe jinan piçûk bixe.   Hunermenda Kurd Dashnî Mûrad li ser platforma medyaya dîjîtal Înstegramê dîmenekî ku keziyên xwe dihone parve kir û got: “Terorîstên DAIŞî dê bi tu awayî bi ser nekevin. Ji ber ku jineke Kurd di jer de bedelê 100 heb we mêran e. Hûn keziyekî jêkin, em ê bi milyonan bihonin.”