‘Parastina aştiyê ne sûc e’ 2026-01-22 20:19:17     ÎZMÎR – Însiyatîfa Jinan a Pêwista Min bi Aştiyê Heye, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li Îzmîrê li hev civiya, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîş parçeyek ji polîtîkaya koçberkirina bi zorê ya gelê Kurd e û got, "Parastina aştiyê ne sûc e."   Endamên Însiyatîfa Jinan a Pêwista Min bi Aştiyê Heye derbarê êrişên li hemberî Rojava de li navçeya Konakê li ber YKM’ê civiyan û ber bi Akbankê ve meşiyan. Di meşê de jinan dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê jinan Parêzer Îpek Sarica daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de êrişên li hemberî Rojava hat şermezarkirin û berxwedana Rojava hat silavkirin. Jinan banga xwedî li derketina berxwedana jinan hat kirin.  Jinan da zanîn ku parastina aştiyê ne sûc e.