Parlamenterên biyanî piştgiriya xwe bi Rojava re ragihandin 2026-01-22 09:44:59   Melek Avci   ANKARA - Jnên parlamenter ên partiyên Sosyal Demokratlar, Yeşiller ve BastA! jî bo Rojava peyama piştevaniyê şandin.   Li Basel a Swîsreyê, parlamentera BastA! ya partiyên siyasî Franziska Stier, berdevka Partiya Kesk Jo Vergeat û berdevka Partiya Sosyal Demokrat Melanie Nussbaumer peyamek ji ajansa me re şandin û hevgirtina xwe ya bi gel, jinan û mafên Rojava yên bi zehmetî hatine bidestxistin re li dijî êrîşên çeteyên HTS-ê yên berdewam tevî agirbestê nîşan dan.   'Ev şerekî li dijî jinan e'   Peyama hevbeş a parlamenteran wiha ye: "Xwişkên hêja, em piştgirî û hevgirtina xwe ya bi we re dubare dikin. Em hîn jî êrîşên li Rojava, Rojhilat û Îranê şermezar dikin. Divê ev êrîş bi dawî bibin û em daxwaza lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe ya li ser binpêkirinên mafên mirovan dikin. Em dizanin ku şoreşa li Rojava û şoreşa rastîn a li Îranê tê meşandin ji hêla jinan ve tê rêvebirin. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd in, di heman demê de li dijî îdeolojî, pergal û ramanek li ser mafên bingehîn ên jinan hatiye avakirin jî ne. Ev êrîş û şerek li dijî jinan e. Em dixwazin hestên xwe yên hevgirtinê dubare bikin. Jin Jiyan Azadî.